Li Mîdîllî 22 koçber bi birîndarî û destgirêdayî hatin dîtin

Doktorên Sînornenas 25'ê Cotmehê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku li Girava Mîdîllî ya Yewnanistanê 22 koçber hatin dîtin ku destê 3 ji wan girêdayî, 4 jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniya ku Doktorên Sînornenas (MSF) li ser malpera xwe ya înternetê weşand, tîma wan a rewşa lezgîn têkildarî komek ji mirovên li girava Mîdîllî hişyarî da, ku pêwîstiya wan bi lezgînî bi alîkariya tibî heye. Tîma MSF'ê li cihê bûyerê 3 koçberên ku destên wan girêdayî û 4 jî birîndar dîtin. Li gorî gotinên koçberan, tundiyeke giran li wan hatiye kirin.

Koordînatorê projeyê ya MSF'ê ya li Mîdîllî Teo di Piazza qala bûyerê kir: "Wê rojê ji bo rewşeke lezgîn bang li me kirin. Dema ku em nêzî cihê (Mîdîllî) hate ragihandin bû, me dengê mirovan, qîrîna wan bihîst. Em ketin nava fikaran û ber bi wan ve beziyan. Dema ku gihîştin, me 22 kes dîtin. Her kes digiriyan, jin, zarok û mêr. Destên sê kesan hatibûn girêdan. 4 kesên din jî birîndar bûn. Li gorî gotinên wan, komeke ku nêzî wan bû, bi tundî li wan dan. Me dît ku ew mirov ketibûn şoqê. Ji bo piştgiriya derûnî ya lezgînî bidin wan em yek ji psîkologên xwe geriyan."

Di Piazza got, "Li gorî hate fêhmkirin, heft an jî heyşt kesan gotin ew doktor in, xwarina wan heye û nêzî wan bûn. Li gorî gotinên wan, yekser li wan xistin û destên wan girêdan."

Hikumeta Yewnan heta niha li ser bûyerê tiştek negotiye.

MSF'ê bang li rayedarên Yewnan kir ku ji bo bûyerên bi vî rengî dubare nebin tedbîran bigire.