Li Fîlîpînê bîlanço giran bû

Li gorî bîlançoya nû, ji ber barana zêde ya ku li başûrê Fîlîpînê rabû, di lehî û şemitîna axê de herî kêm 31 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li grava Mînadanaoyê gelek gund ji ber baranê di bin avê de man.

Rayedarên herêmî diyar kiribûn ku di bîlançoya berê de 13 kes jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarên herêmê diyar kirin ku gelek şêniyên gund ketine ber lehiyê û hat gotin ku li gundê Datu odin Sinsuat 16, li Datu Blah Sinsuat 10 û li Upi jî 5 cenaze dîtine.

Baranên dijwar li vê herêma feqîr roja pêncşemê di saetên dereng de dest pê kir.

Servîsên meteorolojiyê diyar kirin ku barîna baranê hinekî jî ji ber bahoza tropîkal Nalgae pêk hatiye. Nalgae ber bi bakurê welêt ve diçe.

Parastina sivîlan wek tedbîrek li hember şemitîna axê û lehiyê berî bahozê ku tê pêşbînkirin roja Şemî an Yekşemê li bejahiyê bikeve, 5 hezar kes tahliye kirin.