Yekîtiya Tabîban a Cîhanê xwest mijara gazên kîmyewî bê lêkolîn

Yekîtiya Tabîban a Cîhanê (WMA) destgîrkirina Seroka Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Dr. Şebnem Korûr Fîncanci bi zimanekî tund şermezar kir û xwest, agahiyên li ser bikaranîna gazên kîmyewî yên li dijî gerîla bê lêkolîn.

WMA'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destgîrkirina parêzvana mafên mirovan Şebnem Korûr Fîncanci bi tundî şermezar kir.

Fîncanci ji ber ku xwestibû agahiyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên artêşa Tirk ên li dijî gerîla bê lêkolîn, hatibû destgîrkirin.

Serokê Konseya WMA'yê Dr. Frank Ulrich Montgomery got, "Destgîrkirina Dr. Korûr Fîncanci û gefa li endamên Yekîtiya Tabîban a Tirk têne xwarin, teqez nayên qebûlkirin."

Montgomery got, "WMA tevlî wan kesan dibe ku dixwazin li ser nûçeyên têkildarî gazên kîmyewî yên dewleta Tirk li hemberî koma PKK'ê bi kar aniye, bi rengekî serbixwe bê lêpirsîn. Ev êrişên daîmî yên li hemberî endamên Yekîtiya Tabîban a Tirk bi temamî neheqî ne."