'Mirovê herî qilêrî yê cîhanê' jiyana xwe ji dest da

Amû Hacî yê li eyaleta Farsê ya Îranê, ku weke 'mirovê herî qilêrî yê cîhanê' dihate binavkirin, 94 salî bû jiyana xwe ji dest da.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îrnayê, Amû Hacî roja Yekşemê li gundê Dezgahê jiyana xwe ji dest da.

Rayedarekî xwecihî got, ji ber tirsa 'nexweş bikeve' Amû Hacî nêzî 60 salî xwe nedişuşt.

Li vê dinyayê tenê du tiştên Amû Hacî hebûn. Ew jî xaniyekî ku karibe xwe lê bistirê û qelûn bû. Dema ku tûtin bi dest nediket, rêxa hişk a heywên dixist hundir qelûna xwe û dikişand.

Sala 2013'an li ser wî dokûmanterek hate çêkirin.

Li gorî gotinên xelkê herêmê, rojekê ciwanên gund ji bo wî bişon birin ber çem, lê ji tirsa mirinê xwe ji qemyonê avêtibû û reviya bû.