Li Sûdan a Başûr şerê qebîleyan: Herî kêm 200 kes mirin

Li eyaleta Nîl a Şîn a Sûdan a Başûr, di şerê navbera qebîleyan de van du rojên dawî herî kêm 200 kes mirin.

Şer li sê gundên bajarokê Wad El Mahî yê bi 500 kîlometreyî dûrî paytext Hartûmê ye, destpê kir.

Ji rayedarên Wad El Mahdî Abdul Azîz El Amîn ji televîzyona dewletê re axivî û diyar kir ku li her sê gundan 200 kes mirine.

El Amîn ragihand ku hin ji cenazeyan hînê nehatine veşartin, ji bo veşartina cenazeyan bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariyê bidin rayedarên xwecihî.

Hate ragihandin ku gelek jin, zarok û mirovên temen dirêj hatine kuştin.

Walî Ahmed El Ûmda Badî vê Îınê li eyaleta Nîl a Şîn rewşa awarte ragihand û erk da hêzên ewlekariyê ji bo dawî li şer bînin.

Rojên Çarşem û Pêncşemê di navbera endamên qebîleya Haûsa û klanên hevrikê wan de şer qewimî.

Roja Pêncşemê jî bi sedan kes li bajarê Damazîn ê eyaletê Nîl a Şîn ji bo şermezarkirina bûyerên tundiyê çalakiya şermezarkirinê lidar xistin.

Li vî welatê ku karê çandinî û sewalkariyê nîvê jiyana kar e, pirsgirêka bidestxistina zeviyan pirsgirêkeke herî hesas e.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji Çileyê û vir ve di şerê qebîleyan de 550 kes mirin, zêdeyî 210 hezar kes jî neçar man koç bikin.