Li Yewnanistanê lehî rabû

Li girava Gîrît a Yewnanistanê lehî rabû û herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li herêma Heraklîonê di wesayîtekê de cenazeyê kesek ê 50 salî hat dîtin û piştre cenazeyê rêwiyekê din ê 49 salî hat dîtin. Li gorî televîzyona civakî ERT’ê her du kes çûn Heraklîonê da ku bixebitin.

Roja Şemiyê li gorî saeta herêmî nêzê 10.30’an, di serî de li herêma Heraklîonê li bakurê rojhilatê Gîrîtê şilî pir bariyaye. Rêxistina parastina sivîlan hişyar kir ku vê roja Yekşemê jî divê kesên li girava Gîrît û giravên derdora wê hay ji xwe hebin.

Hat zanîn ku piraniya wan restorantên luks 15 kargehan zirar dîtiye.

Li gorî çapemeniya herêmî lehiyê her tişt dane ber xwe û gelek mal hatine barkirin.