Xelata Tibê ya Nobelê dan pêşengên vedîtina derziya Covîd-19’ê

Xelata Nobelê dan Katalîn Karîkoya Macar û Drew Weîssmanê Emerîkayî ku pêşengtî ji bo vedîtina derziyên li dijî Covîd -19’ê kir.

Îsal Xelata Tibê ya Nobelê dan Katalîn Karîkoya Macar û Drew Weîssmanê Emerîkayê yên pêşentgiya vedîtina derziyên Covîd – 19’ê kir.

Her du zanyaran li Zanîngeha Pennsylvaniayê bi hev re dest bi xebatê kir. Destpêka keşfa wan sala 2005'an e.

Li gor şertên asayî, Komîteya Nobelê ji bo xelatkirina vedîtinên sereke yên wiha dima li hêviyê ku bi dehan salan dem di ser re bibuhure.

Xelata Tibê ya Nobelê ji berê ta bi niha, ji bo keşfên mezin ên wek tîrêjên X’ê, penîsîlîn, insulîn û DNA’yê û lobotomî û dermanê kêzikan, hatine dayîn.