Sira 'mirovên kulîlkan' a Zagrosan

Li ser polenên li gora 75 hezar salî ya li şikefta Şenader a Zagrosan hatin dîtin, şîroveyeke welê hate kirin ku Neanderthalan miriyên xwe bi kulîlkan vedişartin. Li hemberî vê şîroveyê, tezeke cuda hate kirin.

Şikefta Şenaber li nava rêze çiyayên Zagrosan li herêma Bradostê ye, cihekî xwezayî ye ku tenê bi 800 metreyî dûrî Çemê Zê ye. Li şikeftê ku sala 1951'ê ji aiyê Antropolog ê DYE'yê Ralph Soleckî ve hate keşifkirin, hestiyên Neanderthalan lê hatibûn dîtin, vî karî wê demê deng vedabû.

Lê belê ya ku Şenader li qada navneteweyî navdar kir, bermahiyên polenan bû ku li cihê ku hestiyê navê Şenader 4 lê hatiye kirin, lê hatibû veşartin. Ev bermahî bûbû sedem ku lêkolîner şîroveyeke welê bikin ku gotibûn Neanderthalan miriyên xwe bi kulîlkan vedişartin.

ŞENADER BI 'GORÊN KULÎLKAN' NAVDAR BÛ

Fikrê 'dinyayek piştî mirinê' şêweyekî fikrî ye ku mirovan û zindiyên din bi rengekî dramatîk ji hev cuda dike. Li gel ti zindiyên mîna mirovan jî fikrekî bi vî rengî yan jî rîtueleke têkildarî miriyan nehate dîtin. Lewma Şenader demeke dirêj li nava cîhana zanistiyê bû mijara nîqaşê.

DIBE KU MÊŞÊN HINGIV POLEN BIRIBIN

Di lêkolîneke nû de ku 28'ê Tebaxê li kovara Joûrnal of Archaeologîcal Scîence de hate weşandin, ji Zanîngeha John Moores a li bajarê Lîverpool ê Îngilistanê paleoekolog Chrîs Hûnt û tîma wî bermahiyên polen ên li Şenader 4'an jinûve lêkolîn kir û diyar kirin ku zêdebûna polenan ne ji ber kulîlkan lê belê ji ber kewara mêşên hingiv bû.

Mînakên ji xaka bin û ser gorê destpêkê sala 1975'an ji aliyê du palînolog (pisporên polenan) ve hatin lêkolîn û hate tespîtkirin ku ên pênc cûreyên nebatan, her wiha yên du cûreyên nebatan ên nekarîn bêne pênasekirin e.

Hûnt û tîma wî şîroveya ku dibêje 'Neandertalan ji bo diyarî miriyên xwe bikin kulîlk kom dikirin' kirin mijara nîqaşê.

MÊŞÊN KU LI BINÊ AXÊ JI XWE RE HÊLÎN ÇÊDIKIRIN

Hûnt û tîma wî di dema kolandina sala 2016'an de pê hesiyan ku li nêzî şikeftê du kewarên berê yên ji heriyê hene. Li gorî tîma lêkolînê, mêşên ku li binê erdê hêlîn ji xwe re çêkirin, erd kolan û dibe ku dema ji kewara xwe derbas dibûn polenên kom dikirin, dane hev.

NEANDERTALAN MIRIYÊN XWE BI DEVIYÊN BI HISTIRÎ DIPARASTIN

Ji Laboratûwara Lêkolîna Arkeolojî ya Hawirdorê û Palînolojî (PEARL) Angîe Perrottî diyar kir ku tespîta Hûnt û tîma wê ya bi belavkirina polenan a ji aliyê mêşan ve 'argûmaneke ku dikare qanih bike'.

Hûnt tevî ku bi lêkolîna tîma xwe hevdana polenan a li Şenaderê kir mijara nîqaşê jî, anî ziman ku Neandertalan miriyên xwe bi deviyan dinixumandin ku di vê mijarê de hin delîl hene. Tîma lêkolînê hin mînakên li şikeftê kom kir û li ser vê yekê wê lêkolînê bike.

Hûnt diyar kir ku li gorî wî, Neandertalan gulî yan jî deviyên hin nebatan danîne ser cesedan, her wiha cesed bi deviyên Centaûrea solsttîtîalîs nixumandin, bi vî rengî cesed ji heywanan diparastin.

ÇAVKANÎ: Yenî Ozgur Polîtîka