LI ZOZANÊ HESANDINÊ LÊGERÎNA LI MADENÊ
Li Zozanê Hesandinê kku li navçeya Pasûr a Amedê ye Şîrketa Bazirganiya Derve û Madenkariyê ya Kûpê 17 sal in li madenê digere. Nivîsa Baroya Amedê ku digot, ‘Rapora ÇED’ê derbasdar nîne’ piştre li ser serlêdana şîrketê hatibû guhertin.
Şîrketê berevajî qanûnan rapora ‘ÇED ne pêwîst e’ wergirt û li Hesandinê dest bi lêgerîna li madenê kir. Li ser vê yekê Komîsyona Hiqûqa Bajêr û Hawirdorê ya Baroya Amedê li Dadgeha Îdareyê ya Duyemîn a Diyarbakirê dozek da vekirin. Dadgehê daxwaza rapora ÇED’ê kir û eşkere bû ku ev rapor sala 2020’î di dema lehiyê de tine bûye.
Serokê Komîsyona Hiqûqa Bajêr û Hawirdorê ya Baroya Amedê parêzer Ahmet Înan qala vê pêvajoyê kir û qanûna madenê nirxand ku ji komîsyona li Meclîsê derbas bû.
‘ŞÎRKETÊ PIŞTRE RAPORA ÇED’Ê WERGIRT’
Ahmed Înan anî ziman ku li Hesandinê ji par û vir ve têkoşîneke parastina jîngehê destpê kiriye û got, “Haya raya giştî gelekî ji vê yekê nîne. Beriya bi salekê ji aliyê têkoşîna ekolojiyê ya li Kurdistanê ve yekemcar bû meseleyeke welê ku girseyên berfireh xwedî lê derket. Ji aliyê têkoşînê ve li Kurdistanê yek ji deverên destpêkê ye ku civakîbûna ekolojî lê pêk hatiye.
Ji ber ku bi beşdariya şêniyên xwecihî û gundiyên ku maden bandorê li wan bike, bi têkoşîna hiqûqî ya piştevaniya hevparên bajêr û civaka sivîl re bû semboleke têkoşîna yekbûyî.
Par me ji Midûriyeta Bajêr a Guhertina Avhewayê, Bajarvanî û Hawirdorê re nivîsek şand û di bersiva ji nivîsê re hatibû ragihandin ku rapora Nirxandina Bandora li Hawirdorê (ÇED) a beriya 17 salan bû û hatibû destnîşankirin ku eger di nava pênc salan de kar neyê destpêkirin wê rapor derbasdar nebe.
Şîrket piştî me çû ji Midûriyeta Bajêr a Guhertina Avhewayê, Bajarvanî û Hawirdorê nivîseke cuda ku digot ‘Rapora ÇED’ê derbas dibe’ wergirt. Îdareyê gotiye, ‘Pardon me biryareke bi şaşitî wergirt, te di nava pênc salan de dest bi kar kiriye, ji ber vê rapora ÇED’ê derbasdar e’.
Di vir de îdareyê biryareke li dijî pîvana ‘aramî’ û ‘karê’ durust’ da. Ji ber ku heman îdareyê di heman mijarê de bêyî ku gaveke cuda hatibe avêtin -dibe ku bi zexta şîrketê yan jî têkiliyên cuda- ev biryar wergirt. Piştî salekê şîrketê careke din dest bi kar kir, bi rêya vê biryara ‘ÇED derbasdar e’. Têkoşîna îsal jî li ser vê yekê destpê kir.
Weke Baroya Amedê me doz ji bo betalkirina vê biryarê vekir. Doz li Dadgeha Îdareyê ya Duyemîn a Diyarbakirê dewam dike.”
‘DIVÊ DADGEH TAVILÊ RÊVEBIRINÊ RAWESTÎNE’
Ahmet Înan destnîşan kir ku di vê demê de eşkere bû ku rapora ÇED’ê qet tine bû û bi dewamî got, “Dadgeha îdareyê ya Duyemîn di dozê de ji Midûriyeta Bajêr a Guhertina Avhewa, Bajarvanî û Hawirdorê rapora ÇED’ê xwest. Di bersivê de eşkere bû ku rapora ÇED’ê nîne; di lehiya sala 2020’î de tine bûye.
Li holê raporeke ku qet nîne heye, lê belê bi raporeke ÇED’ê ya ku nîne karê madenê tê meşandin. Halbûkî koordînatên kar, agahiyên endezyariyê, dokumanên li ser teqandinê, her tişt bi rapora ÇED’ê dibe. Bêyî rapora ÇED’ê ti kar nikare bê destpêkirin. Ji ber vê yekê divê dadgeh bi lez biryara rawestandina karê şîrketê bide.”
‘GEL WÊ ÇALAKIYA KON LIDAR BIXE’
Ahmet Înan ragihand ku gel li gel her tiştî jî têkoşîna li hemberî madenê dewam dike û têkildarî pêşnûme qanûna ku beriya demeke nêz ji Komîsyona Meclîsê derbas bû ev nirxandin kir:
“Gel zane ye. Keyayê gund ji me re got, wê kon vedin û dest bi çalakiyê bikin. Gel bi rêxistin e; ji ber vê yekê em zanin ku ev mesele divê tenê di asta dozê de nemîne, têkoşîna ekolojiyê tenê di nava çar dîwaran de nayê meşandin. Lê belê di heman demê de li nava sîstemeke hiqûqî divê rê ji vê rewşa riziyayî, dejenerebûyî û bêhiqûqiya giran re neyê dayin.
Lê belê rewşa dadgeriyê li holê ye. Bêyî zexta raya giştî tiştek nayê kirin. Lewma divê em ji du aliyan ve mekanîzmayeke zextê biafirînin.
Pêşnûme qanûna ku dema dawî ji komîsyona meclîsê derbas bû wê atmosfereke welê biafirîne ku wesfa çêrgeh û daristanan kêm bike, raporên ÇED’ê bêbandor bike, derfetê bide ku polîtîkayên sermayeyê bê astengî bi cih bê anîn.
Bêguman em li Hesandinê bi taybetî li hemberî projeyên GES (Santrala Enerjiyê ya Rojê) û projeyên enerjiya nûbûyî têkoşînê dimeşînin. Bi taybetî guhertineke qanûnî ya ku ÇED ên GES’ê bi temamî bê bandor dike, li dijî jiyan, mirovahî, ekolojî û civakê ye.”