Xelata Fîzîkê ya Nobelê hat dayîn
Xelata Fîzîkê ya Nobelê îsal dan wan lêkolîneran ku navgînên nû peyda kirine ji bo keşfkitina cîhana elektronên di nava atomê û molekulan de.
Xelata Fîzîkê ya Nobelê îsal dan wan lêkolîneran ku navgînên nû peyda kirine ji bo keşfkitina cîhana elektronên di nava atomê û molekulan de.
Pîere Agostînî yê Fransî, Anne L’Hûîllîera Fransî-Swêdî û Ferenc Kraûsz ê Awûstûrya-Macaristanî, ji ber xebata xwe ya li ser tevgera elektronan di nava atom û molekulan de, liyaqê Xelata Fizîkê ya Nobelê hatin dîtin.
Li gor jûriyê, zanyar, ji ber çêkirina derbeyên roniyê yên pir kin ku mirov bikare pêvajoya bi lez a elektron tev digerin û ya jî enerjiyê diguherînin, bipîve bi kar bîne, hatin xelatkirin.
Anne L’Hûîllîer û Ferenc Kraûsz, Paûl Corkûmê Kanadayî sala 2022’yan jî bi hev re Xelata Wolfê ya bi prestîj wergirt.
Roja 2’yê Cotmehê Xelata Tibê ya Nobelê dan Katalîn Karîko ya Macar û Drew Weîssmanê Emerîkayê ku bi dîtina derziyên RNA’yê kiriye ku derziya Covîd-19’ê jî bê dîtin.