Hewa ji Serdema Navîn germtir dibe!

Li gor Enstîtuya Daristan, Lêkolîna Berf û Peyzajê ya Federal a Swîsreyê (WSL), hewa ji hezar salê berê germtir dibe.

Li gor xebata ji aliyê WSL’ê ve hat ragihandin û di kovara Natûreyê de hat weşandin, hewa ji hezar û du sed sal berê germtir dibe.

Li gor lêkolîneran bi vê keşfê, îşaret bi rolê zêdebûna germahiyê ji ber emîsyonên gaza serayê tê kirin.

Zanyaran ji bo vê keşfê bikin zanista daran bi kar anî; dîwarê hicreyê darîn ên 188 darên qajan ên ter û heşk ên li Îskandînavyayê û Fînlandiyayê pîvan.

Nivîskarê ewil ê xebatê û lêkolînerê WSL’ê Jesper Bjorklûnd, dibêje: “Her hicreyeke di xelqeya darê de, nîşaneya av û hewayê ye ku çêbûye. Bi analîzkirina bi sedan-hezaran hicreyên xelqeyên daran, mirov di der heqê av û hewayê de dibe xwedî zanîn.”

Lêkolînerên WSL’ê modela lêkolînê rafîne kir û di mijara bêhevtabûna germahiya heyî de encamên mirov dikare bibêje ku ‘’teqez’’ in bi dest xistin.