Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di hevpeyvîna taybet de ya li Stêrk TV hate weşandin, kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd ên meha Hezîranê şehîd bûn û kesayetên dîrokî bi bîr anî. Hevpeyvîna bi Sozdar Avesta re hate kirin bi vî rengî ye:
Wekî ku tê zanîn, meha Hezîranê di dîroka gelê Kurd û Tevgera Azadiyê de mehek girîng e. Ji ber ku di vê mehê de Tevgera Azadiyê gelek pêşengên xwe şehîd dane. Di heman demê de Komkujiya Sêwasê jî divê mehê de ye. Dîsan di vê mehê de darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî pêk hat. Bi giştî ev meha ku di nava xwe de nirxên giranbuha dihewîne, di şexsê heval Zîlan, Sema, Gulan, Helmet û bi giştî ji bo şehîdên vê mehê hûn ê çi bibêjin?
Ez di destpêkê de meha şehîdan û şehîdên me yên pir giranbuha wekî xweda û xwedeawendên vê têkoşînê yên şehîd bûne û dîsa di dîroka gelê Kurd de şehadetên bi komî yên bi sêdarê hatine şehîdkirin, kesayetên ewqas mezin anîna li ser ziman û bilêvkirina wan ne hêsan e. Di şexsê Şêx Seîd û hevalên wî yên ku sed sal berê hatin darvekirin bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînim. Dîsa rojek weke îro di sala 1993’yan de 33 rewşenbîr, hunermend, kesayetên navdar, zanyar ên civakê hem Elewî, hem Kurd û hem jî ji gelên Tirkiyeyê li oteleke Sêwasê zindî hatin şewitandin, salvegeran wan e jî. Her wiha em 29’emîn salvegera şehadeta hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) pêşwazî dikin. Di nava Tevgera Azadiyê de cara yekem pêşdîtina Komploya Navneteweyî kir, hîs kir û li ser vê bingehê kete nava tevgerê, 29’emîn salvegera şehadeta hevrê Zîlan e. Her wiha dîsa hevalên me yên pêşengên jin ên Tevgera Azadiyê hevrêyên weke Sema Yucel, hevrê Fikrî Baygeldî, hevrê Gulan (Fîlîz Yerlîkaya), hevrê Bêrîvan Zîlan, Raperîn Amed û Leyla Agirî ev hevrêyên pêşeng di vê mehê de şehîd bûn. Di şexsê van hevrêyan de ez tevahî şehîdan bi hurmet û minet bi bêrîkirin û eşeqa azadiyê bi bîr tînim. Li ser xeta şehîdan Têkoşîna Azadiyê bêyî navber berdewam dike. Ji vir û şunde jî wê berdewam bike. Bi vê boneyê ez di hizûra şehîdan de soza xwe dibare dikim.
Li ser gelê Kurdistanê bi taybetî jî sedsal e di şexsê Şêx Seîd û hevalên wî de siyaseta qirkirin û îdamê ya înkarê xistin meryetê. Ji wê rojê û vir de komara Tirkiyeyê ji demokrasî, edalet û parastina mafêm mirovan durket. Li ser vê esasê gelê Kurdistanê bi êşên pir mezin re rû bi rû man. Gelek qirkirinên cuda û komkujî hatine jiyankirin. Ji bo bersiv ji vê qirkirinê re bêdayîn û dawî lê bê girtin Rêber Apo dest bi Têkoşîna Azadiyê kir. Bi vê minasebetê yê ku herî zêde şehîd nemir kirin û di xeta şehîdan de meşa azadiyê pêşxist û têkoşîn mezin kir, hevrêyê heqîqetê yê hevrêyê şehîd, Rêber Apo silav dikim, hurmet û heskirinên xwe pêşkêş dikim. Li ser têkoşîna şehîdan weke Tevgera Azadiyê, ji bo ku em bibin bersiv û nehêlin doza şehîdan ji holê rabe û ji bo armanc û daxwazên şehîdan ev têkoşîn het roja îro jî domandiye. Ji bo vê bêguman şehîd hîm û bîra civakê ne. Hemû hebûn û nirxê civakê şehîd di hundirê xwe de kom dikin. Ji ber ku ewqas girêdana xwe û civakê hene. Ewqas zanîsta xwe ya dîrokî heye. Ewqas di dîrokê de tiştên hatine jiyîn di xwe de komkirin ev ji wan re dibe bingehekî ku di hemû kêliyan de ava dikin heta dighêjin asta şehadetê. Ji bo vê şehîd nirxê me yên zîndî ne û hebûna me ne. Rêber Apo timî ji bo şehîdan got, “Ên di asta herî jor de dijîn şehîd in. Şehîd paşeroj û roja me ya îro ye. Dîsan pêşeroja me ye.” Eger ne bi şehîdan bûya 52 sale di xeta şehîdan de ev têkoşîna mezin di pêşengtiya Rêber Apo de nehatiba meşandin, niha ew qirkirina ku dest pê kir û ew siyaseta qirkirinê, îdam, komkujî û înkara nenaskirinê niha gihiştîbû armancên xwe û niha bi navê Kurd û Kurdistan û tiştek bi navê Kurdîtiyê di holê de nemabû. Ji bo vê em deyndarên şehîdan in ku rûmeta gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê parast. Şehîd bûne kevirê bingehîn ê têkoşînê, ew bûn ruh, dil, mejî û heqîqeta vê têkoşînê. Têkoşîn Azadiyê bi şehîdan ewaqas mezin, bi wate û gerdûnî bûye û bûye nirxê tevahiya mirovahiyê.
Di Kurdistanê de rastiya Rêber Apo û kesayetiya azad ava kir. Bi taybet mirov dikare di şexsê heval Zîlan de bigre dest. Mirov dikare bibêje ew bi xwe jî lêgerînerek a jiyan û kesayeta azad bû. Rêber Apo jî heval Zîlan weke xwedewenda azadiyê pênase dike. Hûn li ser vê heqîqeta Rêber Apo ya di şexsê heval Zîlan de daye diyarkirin dixwazin çi bibêjin?
Divê mirov vê yekê destpêkê bizan e, hevrê Zîlan di demekî çawan de kete tevgerê û di kijan kêliyê de û li hemberî çi ev çalakiya mezin li dar xist. Di sala 1996’an de bi komployek navneteweyî ew koploya di sala 1999’an de bi dîlgirtina Rêber Apo encam bû. Di esasê xwe de ev komplo di 96’an de xistin meryetê. Di 6’ê Gulana 1996’an de li dijî Rêber Apo êrîşekî segvanî pêk hat. Armanca koplogeran ew bû ku bi fîzîkî Rêber Apo ji holê rakin û êrîşî Biryargeha Navenda a ARGK’ê bikin. Wê demê biryargeh li Zapê bû û dixwastin bi tanq û topên xwe êrîşî Zapê jî bikin, bi hemû awayî hem Rêber Apo ji holê rakin û hem jî biryargehê tesfiye bikin û Tevgera Azadiya Kurdistanê tine bikin. Hevrê Zîlan ev komplo pêşbinî û hîs kir û li hemberê vê komployê kete nava çalakiyê. Ji bo wê bi taybetî nameyên hevrê Zîlan hene. Ev 29 sal in ku ewilî milîtanên azadiyê dixwendin û îro jî weke manîfestoya jinên azad û civaka azad li tevahî welat û derveyî welat hemû jinên têkoşer û civak van nameyan dixwîne. Hevrê Zîlan di nameyên xwe de tişta dianî li ser ziman, naskirina civaka Kurd, dîroka Kurd ku di dîroka Kurdistanê de pêşengên Kurdan ku wekî Şex Seîd, Seît Riza û Qazî Mihemed ên bi vî rengî li tevahî beşên Kurdistanê derketine û hatine tesfiyekirin û tinekirin. Carek din hevrê Zîlan li hemberî vê komplo û êrîşa li ser Rêber Apo viya di dilê xwe de hîs dike û dibêje, eger heta niha Kurd negihiştibin mafên xwe ji bê serokatî û rêbertiyê ye. Ji bêzaneb û bêmanîfestoyê, bênasname û bêzanîst hatine hiştin. Ji bo vê hevrê Zîlan taybetmendiyên Rêber Apo di vir de bas fam kiriye û baş naskiriye. Ji bo vê jî hîs dike û dikeve nava tevgerê. Di nameya xwe de dibêje, “Xwezî ji canê min bêhtir tiştek din hebûya û min bikara bidaya. Ji bo parastina Rêber Apo.” Ji ber ku parastina Rêber Apo, parastina Kurdistanê bû. Parastina Rêber Apo parastina nirxê civakê û parastina xeta têkoşîna jinê bû. Hevrê Zîlan ev hemû nirxand û bi vî rengî dest bi çalakiyê kir. Ev çalakî jî bi vî rengî pêk anî û got, “Ez dixwazim bibim xwedî çalakiyek mezin û bi wate. Ji bo ku bikarim jiyanek bi wate ava bikim.” Bi vî rengî çalakî kir. Ev 29 sal in em wekî Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, di her kêliya jiyana xwe de pêşketinên di warê fikrî, zanistî, felsefî, sosyolojîk û psîkolojîk de, di asta ku heta bi niha em gihîştinê, di warê parastina cewherî û pêşxistina artêşbûna jinê de, hevrê Zîlan ji bo me bû manîfestoya jiyana azad û têkoşînê. Bû xetekî neketî. Ev têkoşîn di xeta hevrê Zîlan de ewqasî pêşket. Bû wekî nexşerêyekê. Ji ber ku êdî me nexşerêya xwe dît. Êdî me modela jiyana azad dît. Ê ku bixwaze çawan parastin bê kirin, rê û rêbazên parastinê hevrê Zîlan bi çalakiya xwe nîşan dabû. Dîsan ji bo ku dijminê xwe nas bike, pêwîste zanebûna dijmin di xwe de ava bike. Ji bo ku bikare hevzayendên xwe biparêz e û bikare xeta têkoşîna azadiyê bide meşandin. Divê herî zêde têkoşîna zayendî pêşbixîne. Têkoşîna zayendî di xeta hevrê Zîlan de pêşket. Ji ber ku têkoşînekî redîkal û îdeolojî dihat xwestin, ev jî di manîfestoya hevrê Zîlan de derket holê. Bê guman ê ku name û manîfestoya hevrê Zîlan honand jî Rêber Apo bû. Di kêliya ewil de Rêber Apo nameyên hevrê Zîlan bi peyv bi peyv, hevok bi hevok şîrove kir û nîqaşkir û wate lê bar kir. Rêber Apo wiha got, “Zîlan fermandara me ye û em şervanên wê ne. Ew xwedawenda azadiyê ye.” Afirandinek nûjen afirand. Ji bo vê jî ev 29 sal in di xeta hevrê Zîlan de Tevgera Azadiyê di serî de Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bê ka dê çawan li hemberî hemû cureyên êrîşan, hemû siyasetên qirkirinê yên dihatin meşandin û hemû qetlîamên destdirêjiyên yên li ser jinan û jin çawan xwe birêxistin bikin têkoşîn geş kirin. Ji bo wê jî îro hevrê Zîlan bûye Tevgera Azadiya Kurdistan û Xwedawenda Azadiyê. Bi taybetî jî bûye fikir, zanebûn û nasnameya jina azad. Di esasê xwe de li ser vê nasnameyê em çawan dikarin êdî têkoşînê bikin. Ji bo vê jî wê timî çalakiya hevrê Zîlan rêya me ronî bike û timî wê di nava têkoşînê bi me re be. Em ê divê xetê de jî serkeftinên mezin bi dest bixînin.
Belê, we jî anî ziman hevala Zîlan bi çalakiya xwe li dijî komplo û koletiyê bersivek da. Baş e, Rêbertiyê çawa bersivek da çalakiya hevala Zîlan? Heval Sema jî piştî şehadeta Zîlan çalakiyek pêk anî. Gelo hem Rêberî hem jî heval Sema bi kîjan rêbazê bersiv dan şehadet û çalakiya hevala Zîlan?
Di wê demê de di nav gerîla de, di warê taktîkî de xwe dubarekirin dihat jiyîn. Afirînerî kêm bûbû, pêşxistina taktîkên nû, rêbazên nû, derxistina doktrîna şer, her tim pêşxistina çalakiyên serketin û parastina civakê kêm mabû. Bi taybetî di vê serdemê de xiyanetkar û tesfiyeker derketibûn holê. Rêber Apo çalakiya hevrê Zîlan wekî hewldanekê nirxand. Rêbertiyê wiha got: “Ev çalakî ne yekîneyeke gerîla, ne jî tabûrek dikaribû bike. Ji niha û şûnde jî ti çalakî nikare cihê çalakiya Zîlan bigire, ji ber ku ev çalakiyeke yekem e ku cara yekem hate kirin. Kesî ev çalakî bi wê re nekar. Yên ku ji niha û şûnde çalakiyên bi vî rengî bikin, tenê dikarin bibin şopdarên Zîlan.”
Rêber Apo piştî çalakiya fedayî ya Zîlan, li ser jinê bêhtir analîzên kûr pêşxist. Pirsên wekî jina azad kî ye, çawa dijî, divê çawa bijî, çawa têkoşînê bike, çawa şer bike, çawa rêxistin bibe, pirsî û bersivên van pirsan geriya.
Ji bo hewldanên Rêber Apo yên ji bo bilindkirina Tevgera Jina Azad û bi giştî Tevgera Apoyî ji bo vê astê, di wê serdemê de bersiveke watedar ji Girtîgeha Çanakkaleyê ji hevrê Sema Yuce hat. Hevrê Sema diyar kir ku diviyabû çalakiya ku şehîd Zîlan kiriye, beriya wê me bikira. Hevrê Sema çalakiya hevrê Zîlan pir baş fam kiribû, li ser wê kûr bûbû û xwe perwerde kiribû. Gihîştibû wê baweriyê ku têkoşîna azadiyê ne hêsan e û gihiştîbû heqîqetekê. Hevrê Sema di zindanê de dibîne hin sextekar dijîn û ferq kir ku li hemberî Rêbertiyê rewşên durû derketine holê. Di wê demê de Mehmet Can Yuce yê ku paşê xiyanet kir û reviya, xwe li zindanê wekî cihê Rêbertiyê didît û teqlîda Rêbertiyê dikir. Hevrê Sema ev yek dît û got: “Rêber Apo ne ev e, têkoşîn û rastiya Rêber Apo ne ev e, li ezmên 2 roj nabin.” Hevrê Sema got ku tenê evînek heye û ew jî rastiya Rêber Apo ye ku di xeta şehîdan de tê jiyîn. Hevrê Sema bi vî rengî bû asteng li ber êrîşên di zindanê de.
Di wê pêvajoyê de hem li derve hem jî li hundir êrîş hebûn. Amadekarî ji bo Komployeke Navneteweyî dihatin kirin. Hevrê Sema jî li dijî van êrîşan çalakiyek pêk anî. Hevrê Sema û Zîlan di vî warî de hev temam kirin. Rêber Apo jî di asta herî jor de bersiv da van şehadetan û got: “Ji niha û şûnde paşve gav avêtin tine ye, jin di her warî de gihîştine xeta azadiyê.” Got, êdî jinan di her qadê de xwe îspat kirine, di çalakiyan de, di tevlîbûna gerîla de, di pêşengtiya jiyana azad de jin divê êdî xwedî rêxistinbûneke xweser bin. Bi rastî jî, salek piştî çalakiya hevrê Zîlan, YAJK hate damezirandin û bi çalakiya hevrê Sema jî îdeolojiya rizgariya jinê hate afirandin. Rêber Apo ev yek bi 5 xalên bingehîn ragihand. Di serdemeke ku her kesî pişta xwe dabû welat û li paş xwe nenêrî, hevrê Sema bi çalakiya xwe careke din rûyê her kesî ber bi têkoşîna welat ve zivirand.
Rêber Apo li ser vê bingehê nîşan da ku jin çawa dikarin xwe rêxistin bikin, çawa dikarin rêxistinbûneke mayînde ava bikin û têkoşîna vê yekê çawa pêş bixin. Di heman demê de bal kişand ser çawa parastina vê rêxistinbûnê dikare bê kirin. Her wiha li ser aliyê exlaqî, civakî, etîk û estetîk û çawa îdeolojiya azadiyê dikare bê pêşxistin sekinî. Rêber Apo di wê pêvajoyê de behsa teoriya kuştina mêr kir. Rêber Apo hêza herî mezin ji şehîdên jin girt. Li ser vê bingehê, diyar kir ku desthilatdariya mêr tê çi wateyê, di netew dewletê çawa tê jiyîn, di dîrokê de çawa hatiye jiyîn, jin çawa dikarin xwe ji vê rizgar bikin, mêr çiqas di xwe de guherîn û veguhertinê pêk bîne, desthilatdariya xwe ji holê rake, bi jinê re hevrêtiyeke rast bike û jinê çiqas rast şîrove bike, ewqas azad dibe û jiyana azad ava dike. Şehîdan Rêber Apo mezin kir, Rêber Apo jî şehîdan di her warî de jiyanî kir, heta roja me anî û têkoşîna wan mayînde kir.
Di nameya heval Zîlan de xuya dibe ku wê ji bo bûyîna jineke azad têkoşîneke mezin daye. Dibêje, ev çalakiya wê hêrsa wê ya li dijî emperyalîzmê nîşan dide, ku jinê aniye vê astê û kiriye kole. Bi vê çalakiyê wê hem dixwest vê yekê îfade bike û hem jî bibe sembola jinên Kurd ên berxwedêr. Jinên Kurd ên berxwedêr çawa dibin sembol?
Hevrê Zîlan xwedî baweriya gelê me yê Elewî bû, bi çanda Elewîtiyê mezin bûbû. Di serhildana Seyît Riza ya li Dersimê de, Zarife, Besê û bi sedan jinên din cih girtibûn û ji bo nekevin destê leşkerên Tirk xwe ji zinaran avêtibûn. Hevrê Zîlan bi van êşan dijî; her çend xwendekar be û di dibistanên Tirk de bixwîne jî, bi damarên xwe yên Kurdî dixwîne, bi çanda Kurdî dinêre, êşên rabirdûyê dijî û li ser vê bingehê tevlî Tevgera Azadiyê dibe. Çalakiya xwe jî li navenda Dersimê pêk tîne. Ev bijardeyeke gelekî balkêş û bi bîr bû. Hevrê Zîlan berxwedana jinên Kurd ên di dîrokê de esas girtiye û dîtiye ku temsîliyeta rast û tolhildana van êşan tenê bi têkoşîna azadiyê û bi pêşengiya Rêber Apo mimkun e. Nêzîkatiyeke wê ya bi vî rengî ya îdeolojîk heye, girêdana wê bi nirxan heye. Bi vî awayî çalakiyeke bi bîr pêk tîne. Her çend 29 sal di ser çalakiya wê re derbas bûbin jî, her roj bêhtir wateyê digire. Ji ber ku têkoşîna jinê ji vê xetê hêzê digire.
Hevrê Sema, hevrê Leyla Agirî, Bêrîvan Zîlan, hevrê Raperîn, Delal, Armanc û bi hezaran milîtanên azadiyê li ser şopa Zîlan û Bêrîtan de meşiyan. Xeta Zîlan îro, di şexsê van hevrêyan de û di têkoşîna azadiya jinê de dibe îlhama jinên cîhanê û perspektîfê dide. Bi taybetî Jineolojî li ser vê felsefeyê hatiye pêşxistin, îdeolojiya rizgariya jinê, zanîsta jinê, partiya jinê, akademiya jinê û sîstema jinê bi temamî li ser xeta şehîdan hatine avakirin. Hevrê Sakîne Cansiz yek ji damezrînerên yekem ên Tevgera Azadiyê ye, ew jî jineke Dersimî ya serhildêr e. Hevrê Bêrîtan, Zîlan û hevrê Sara şopdarên wan in. Rêber Apo jî welatparêziya rast û hezkirina jiyanê di şexsê van hevalan de pênase kiriye. Îro jî ev xet ji bo me hemûyan bûye meşaleyeke ku rêya me ronî dike.
Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê heval Fûat (Alî Haydar Kaytan) yê 3’ê Tîrmeha 2018’an de şehîd bûbû, ev sêyemîn salvegera şehadeta wî ye. Hevalê Fûat Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê bû û we bi hev re xebat meşandin. Hûn bi salan bûn şahidên kesayetî û hevrêtiya wî. Sedemê Rêber Apo û heval Fûat bibin hevrê çibû?
Hevrê Fûat (Alî Haydar Kaytan) yek ji yekem hevrêyên ku tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya Rêber Apo bûbû. Di 12’emîn Kongreya me de, şehadetên wî û hevrê Riza Altûn bi fermî hatin ragihandin. Bi vê wesîleyê, ez careke din van her du hevrêyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ew pêşengên vê têkoşînê bûn, rêberên wê bûn, hevrêyên Rêber Apo bûn. Hevrê Fûat zarokê fermanê bû. Di sala 1938’an de terteleya Dersimê qewimîbû. Hevrê Fûat ev çîrok ji dê û bavê xwe bihîstibûn. Malbata wî, dê û bavê wî terteleya Dersimê jiyabûn. Di nav gelê me yê Dersimê de êşên kûr hatibûn afirandin; çiya, deşt û Çemê Mûnzûrê yê van axên pîroz şahidî ji wê komkujiya mezin re kiribûn. Zarokatiya hevrê Fûat di vê erdnîgariyê de derbas bûbû. Ji ber vê yekê lêgerînên wî yên gelekî mezin hebûn. Xwendina li Dersimê, di wê serdemê de, çûyîna dibistanê û gihîştina xeyalan gelekî zehmet bû. Civaka Elewî di wê demê de û hîna jî negihîştiye mafên xwe. Wê demê neheqî û newekhevî bi awayekî pir zêdetir dijiya.
Dewletê digot ku bi îdamkirina Seyît Riza me damarên berxwedêr bi dawî kir, lê Seyît Riza dema hate îdamkirin got: “Min nikarîbû bi derew û hîleyên we, ev ji min re bû derd, min li ber we serî netewand bila ev jî bibe derd ji we re.” Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tê wateya rizgariyê, hesabpirsînê û avakirina jiyaneke wekhev li Dersimê. Yek ji yên ku di vê yekê de pêşengî kirin hevrê Fûat bû, di Têkoşîna Azadiya Jinê de jî hevrê Sara bû. Her du hevrêyan jî PKK temam kir. Hevrê Fûat ciwanekî ku diçû dibistanê û xwedî lêgerîn bû, bi Rêber Apo re rû bi rû hat. Dibêje: “Rêber Apo carekê bi min re axivî.” Piştî vê hevdîtinê, hevrê Fûat bê dudilî tevlî fikrên Rêber Apo dibe. Ew dibêje ku kesê ku dikare ji bo Kurdistanê, dîroka Kurdistanê û bûyerên hatine jiyîn, bi avakirina civakeke demokratîk û azad tolê hilîne, Rêber Apo ye. Hevrê Fûat di wê demê de vê yekê dibîne û heta bêhna xwe ya dawî di vê xetê de têkoşînê dike.
Vegotina hevrê Fûat ji bo me gelekî zehmet e. Rêber Apo dema hevrê Fûat dianî ziman, digot: “Wî ji min zêdetir min fam dikir, şîrove dikir.” Ev yek gelekî girîng e. Hevrê Fûat hemû jiyana xwe, şoreşgeriya xwe û pêşengiya xwe bi Rêber Apo re jiya. Ango jiyana wî jiyana Rêber Apo bû, bi taybetî di pêvajoya Komploya Navneteweyî de, di dema ku Rêber Apo hate dîlgirtin de. Piştî dîlgirtina Rêbertiyê, hevrê Fûat ji bo ku Rêber Apo ji hemû avaniyê Tevgera Azadiyê re bê vegotin, nasandin, jiyankirin û li ser vê bingehê têkoşînek bê meşandin, hemû jiyana xwe xist nava vê yekê. Ji ber vê yekê, hemû perwerdeyên ku hevrê Fûat dida, analîzên wî, ramanên wî, bi temamî Rêber Apo bûn. Parêznameyên Rêber Apo bûn, pirtûk û analîzên wî bûn. Ne tenê di gotinê de, di jiyanê de jî wî ev yek pêk dianî. Rêberî û hevrê Fûat wekî goşt û neynûk bûn.
Rêber Apo çawa têkoşiya, Tevger çawa anî vê astê, girîngiya Rêber Apo ji bo hemû mirovahiyê çi ye? Hevrê Fûat ji bo ku ev hemû baş bên famkirin kedeke mezin da. Ji ber vê yekê vegotina hevrê Fûat gelekî zehmet e. Em hemû ji bo keda wî deyndarê hevrê Fûat in. Li ser me hemûyan keda wî ya mezin heye. Ji ber vê yekê şehadeta hevrê Fûat gelekî giran bû. Ji bo hemû gelê me ji bo hemû hevrêyên dozê, ji bo Rêbertiya me û ji bo me jî windahiyeke gelekî giran bû. Me xwest em bi şêwaza wî nêzî şehadeta hevrê Fûat bibin, ne bi nêzîkatiyeke hestyarî, lê bi famkirina hevrê Fûat û şêwaza têkoşîna wî em vê têkoşînê bimeşînin. Tenê bi vî rengî em dikarin bibin layiqî wî. Ev hêz jî hevrê Fûat bi xwe da me.
Hevrê Fûat hevalekî taybet bû. Hevrê Fûat bi Rêber Apo re meşiya. Hevrê Fûat hevalekî dilnizim bû, hemû jiyana wî ya şoreşgerî li ser kedê hatibû avakirin. Bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin, bi şervanan re dibû şervan. Di her qada jiyanê de bi hevalan re bû. Hevrê Fûat di şexsê xwe de mêranî kuştibû, ji holê rakiribû. Ji ber vê yekê kesekî taybet bû. Hemû têkoşîna hevrê Fûat têkoşîna rastiyê bû. Perwerdeya xwe jî li ser vê bingehê dida. Di Tevgera Azadiyê de kesê ku bi zimanê civakê rastiyê herî zêde anî ziman hevrê Fûat bû. Hevalên jin li dora hevrê Fuat diciviyan, bawerî bi wî dianîn. Piştî dîlgirtina Rêbertiyê, hevrê Fûat bi hevalên jin re nêzîkatiyeke rast nîşan da; di civînan, perwerdeyan û jiyanê de ji bo ku jin xwedî îrade û nasname bin, têkoşer û rêxistinbûyî bin, kedeke mezin da. Wî bi awayekî hevrêtî, îdeolojîk û avaker nêzî hevrêyên jin dibû.
Hevrê Fûat qîmetek mezin dida Yekîneyên YJA Star, hevrêyên ciwan û parêzvanên xeta jina azad. Ji bo ku biçe akademiya jinan, perwerde bide, behsa girîngiya têkoşîna azadiya jin û rastiya Rêbertî bike, bi rojan dimeşiya. Timî digot ‘YJA Star qebeya min e (cihê herî pîroz)’. Her tim destnîşan dikir ku divê jin baweriya xwe bi desthilatdariya mêran neynin û digot, ‘Divê jin bawerî bi hêz, zayend û zanîna xwe bînin.’ Hevrê Fûat her meh bi dehan name werdigirtin; piştî şehadeta wî jî, bi mehan nema ji bo wî dihatin. Ji ber ku ew bi rêya nameyan perwerde dida hevrêyên xwe. Hêza xwe ji îdeolojiya rizgariya jinê digirt. Vê seknê qonaxa ku tevgera azadiya jinên Kurdistanê û PKK'ê gihandiyê bi awayekî berbiçav nîşan da. Hevrê Fûat ramanên Rêber Apo di bingeha vê tevgerê de dît. Ji bo vê jî têkiliya wî ya bi hevrêyên jin re li ser bingeha xeta azadiyê bû; bi taybetî xwedî kûrbûneke felsefî û îdeolojîk bû. Weke hevrêyên jin, em şehadeta hevrê Fûat dikin bingeha pêşketineke mezin.
26'ê Hezîranê salvegera şehadeta hevrê Helmet (Diyar Xerîb) endamê Konseya Rêveber a KCK'ê bû. We bi hev re xebat meşand, têkildarê hevrê Helmet hûn dixwazin çi bibêjin?
Şehadeta Heval Helmet jî di meha Hezîranê de pêk hat. Bi vê wesîleyê, ez hemû şehîdên me yên azadiyê û şehîdên Başûr bi hurmetî di kesayetiya hevrê Helmet de bi bîr tînim. Komkujiyên li Bakur, li Başûr jî pêk hatin. Hevrê Helmet kesek bû ku bi xwe Komkujiya Helebçeyê û Enfalê jiyaye û şahidî kiriye. Wî li Başûr jî dîtibû ku pêdivî bi şoreşek rastiyê heye, şoreşek ku tevahiya Kurdistanê bigire nav xwe. Diviyabû gelê Kurd ji vê dîroka qirkirinê rizgar bibe. Ev ne çarenûs bû. Rizgarbûn ji komkujî û Enfalê bi pêşengek rast, rêberek rast; bi raman, felsefe û rêbazên rast ên têkoşînê ve girêdayî bû. Lêgerînên hevrê Helmet jî di vî alî de hebûn û ev lêgerîn wî bi têkoşîna azadiyê re anî cem hev. Têkoşîna azadiya Kurdistanê di serdema ku ew tevlî bû de di qonaxek girîng de bû.
Hevrê Helmet di demek kurt de wekî kesayetiyek pêşeng jî derket pêş. Di salên xwe yên pêşîn de, ew yekser çû ba Rêbertî û perwerdeya Rêbertî wergirt. Hevrê Helmet PKK’ê û ramanên PKK’ê ji Rêber Apo hîn bû û ji ber vê sedemê her tim diyar dikir ku ew bi şans e. Ew digot, ‘Ez pir bextewar im ji ber ku min ji Rêber Apo perwerde dît û PKK’ê ji wî nas kir.’ Ew heta dawiyê dilsozê diyalogên ku di vê perwerdeyê de bi Rêber Apo re danî, tiştên ku hîn bû û soza ku da Rêber Apo ma. Hevrê Helmet bi awayekî çalak hem di qada gerîla de, hem di qada civakî û hem jî di xebatên îdeolojîk de tevlî bû. Wî têkoşînek asayî qebûl nedikir û her gav hewl dida ku tiştên nû derxe holê. Mîna lêkolînvanek û dîroknasekî bû. Pirtûkên wî li ser dîroka Kurdistanê, serhildanên Kurdan û kesayetiyên pêşeng ên li Kurdistanê hene. Wî her wiha li ser sedemên têkçûnên ku di tevgera Kurd de hatine jiyîn lêkolînek kûr kir û van mijaran derxist zanabûnê.
Hevrê Helmet ev têkoşîn ji bo Kurd careke din bi têkçûnê re rû bi rû nebin, da. Wî li Başûr kedên mezin da û dixwest ku gelê Başûr bigihîje rastiyê û bi zelalî rast û çewt ji hev cuda bike. Ew kesekî ronakbîr bû ku xwedî taybetmendiyên neteweyek demokratîk bû. Van taybetmendiyan hişt ku ew bi lez pêş bikeve û cihê xwe di Konseya Rêveber a KCK de bigire. Gelê Başûr, mîna me hemûyan, êşa windakirina hevrê Helmet bi kûrahî jiyan. Wan yek ji rêberên xwe wek şehîd dan. Şehadeta wî me hemûyan bi kûrahî êşand; lê îro ev têkoşîna mezin li ser xeta ku wan li pey xwe hiştiye tê meşandin. Hevrê Helmet bi jiyana xwe îspat kir ku xeta azadiyê ji bo Başûr çi ye û rêberê rast kî ye
Heval Helmet ji bo yekîtiya Kurdan çêbibe, pir ked da. Têkildarî van hewldanên Şehîd Helmet hûn dixwazin çi bêjin? Ji bo ev armanc û xeyala heval Helmet pêk were divê çi were kirin?
Gelê Kurd 100 sal in li 4 parçeyên Kurdistanê têkoşîneke mezin dimeşîne. Ji Rojhilat bigirin heya Bakur, ji Başûr bigirin heya Rojava yek ji sedemên negihiştina armanca xwe û pêk neanîna şoreşeke mezin, helbet parçebûna Kurdistanê ye û di nava Kurdan de çênekirina yekîtiya mayînde ye. Heval Helmet jî ev pir baş didît û têkildarî vê yekê lêkolîn dikirin. Lewma hemû xebatên wî ji bo yekîtiya gelê Kurdistanê bû. Mesele bi salan li Başûr di xebatên siyasî de cih girt, serokatiya partiya siyasî kir. Dîsa xebatên civakî meşand, hemû partiyên siyasî yên li Başûr heval Helmet pir baş nas dikin. Gelê Başûr heval Helmet pir baş nas dike, gelê Bakur, Rojava û Rojhilat jî pir baş nas dike. Heval Helmet dixwest ku yekîtiya Kurdan li ser bingehê wekhevî û azadiyê were avakirin. Dixwest ji çarçoveya teng, eşîr yan jî di bin desthilatdariya malbatê de derxîne. Bi vî rengî dizanî ku yekîtiyek wê ji hemû civaka Kurd re bibe mal. Lewma li vê qadê kedek mezin da. Piştî şehadeta wê jî bandoreke pir mezin a têkoşîna wî ya li Başûr çêbû. Bi dehan milîtanên azadiyê li pey şopa xeta heval Helmet, Viyan û Destîna hatin û têkoşîn dimeşînin.
Niha em di pêvajoyeke pir girîng de ne. Yekane tişta ku li pêşiya serketina vê têkoşîna mezin bibe asteng, çênekirina yekîtiya Kurdan e. Eger Kurd nebin yek wê pir mezin têk biçin, vê yekê di sedsala 21’an de li tevahiya Kurdistanê bingehek mezin çêkir, şoreşek mezin pêk hat û ji bo avakirina yekîtiya demokratîk pir derfet hene. Bû 100 êdî bes e. Divê em li ser esasê banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk aştiya xwe ya navxweyî çêbikin û vê aştiyê ji hemû herêmê û gelan re bikin mal. Hemû şehîdên mîna heval Fuat, heval Helmet li ser vê rêyê jiyana xwe ji dest dane, vê fermanê didin me. Fermana wan çiye? Avakirina yekîtiyê, bi ser xistina têkoşînê, ji bo gelê Kurdistanê avakirina jiyanek azad. Di şexsê heval Helmet de em soz didin hemû şehîdan ku vê pêvajoyê bi ser bixînin.
Di vê pêvajoyê de ku bi banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk destpê kir, divê mirov çawa xwedî li jiyana şehîdan derkeve û li ser vî esasî çawa tevlî pêvajoyê bibe?
Em ji bo şehîdên xwe yên di vê têkoşînê de kedên wiha mezin dane, çi bêjin kêm e. Helbet em di pêvajoyeke girîng û dîrokî de ne. Bi banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk em gihiştin vê qonaxê. Nirxên di 52 salan de hatin avakirin, serhildanên ku 100 sal in diqewimin, di vê pêvajoyê de divê em hîn bêhtir xwedî li van derkevin. Berdêlên mezin ên hatine dayîn hene, heqîqeta şehîdan heye, lewma bi taybetî pêşengtiya ji vê pêvajoyê re pir girîng e. Helbet pêşengên vê pêvajoyê jin in, garantiya pêvajoyê jin in. Heval Zîlan, heval Sema, hemû şehîdên me yên jin çawa xwestine her demê ji pêngavên derketine re bibin bersiv, ji îro û şûnde jî divê li ser xeta heval Zîlan, Sema, Fuat, Riza, Helmet û Leyla têkoşîn were meşandin.
Rêber Apo bi îrade, zanebûn, felsefeya azadiyê û baweriya ji xwişk-biratiya gelan re ji bo hemû gelan ji van komkujiyan rizgar bike, ji şerên li herêmê rizgar bike ev pêngav da destpêkirin. Lewma em ê bi hêza ku ji şehîdên xwe digirin, bi hêza ku ji Rêber Apo û têkoşîna xwe ya 52 salan digirin, berxwedana xwe hîn mezintir bikin û teqez bi ser bixînin.