Xerabûna pergala herikînê ya li okyanûsan dikare bibe sedema felaketê

Zanyar hişyariyê didin, ku eger germahiya global dewam bike sîstema herikînê ya okyanûsan di nava çend deh salan de hilweşe. Rewşeke bi vî rengî jî dikare bibe sedema felaketekê ku bandorê li her kesî bike.

Lêkolîneke nû ya ku li kovara Natûre roja Sêşemê hate weşandin, raxist pêş çavan ku Herikîna Atlantîk Merîdyonal (AMOC) ku parçeyek ji Gûlf Stream e, di salên navîn ên sedsalê de, her wiha di demeke nêz de, weke sala 2025'an bi temamî dikare xera bibe.

Li gorî lêkolîneran, encamên nû cihê fikaran e û guherîna di herikînê de ji texmînan zûtir dikare pêk were.

AMOC pergaleke tevlîhev a herikînê ye ku mîna banteke barhilgir a global dixebite. Ava germ ji herêmên tropîk diherikîne Bakurê Atlantîkê, li vê derê av dicemide, şor dibe û beriya ku li başûr belav bibe, di kûrahiya okyanûsê de noq dibe, belav dibe.

Ev sîstema herikînê ku di sîstema avhewayê de xwedî roleke gelekî girîng e, ji rêk û pêkiya modelên hewa yên global û sîstemê re dibe alîkar. Eger ev sîstem têk biçe li hin herêmên Ewropa û DYE'yê dibe ku zivistan hîn bêhtir sar be û asta ava li deryayê jî hîn bêhtir bilind bibe.

Beriya 12 hezar salan helîna qeşayê ya bi rengekî bi lez bûbû sedema girtina AMOC'ê û di nava deh salan de li Nîvê Cîhanê yê Bakur bûbû sedema germahiya ji 10 heta 15 pileyî.

Di raporeke sala 2019'an a Panela Guhertina Avhewayê ya Navbera Hikumetan a Neteweyên Yekbûyî de hatibû texmînkirin ku AMOC di vê sedsalê de wê lawaz bibe, lê belê beriya sala 2100'î bi temamî têk naçe.