PE’yê rêya sererastkirina jîriya çêkirî vekir

Parlamentoya Ewropayê (PE), bi armanca sînordakirina rîskên pergalên jîriya çêkirî yên ChatGPT, pêşnûmayeke rêziknameya Ewropayê ku pê rê li ber hevdîtina bi dewletên endam re vebû, erê kir.

Komîsyona Ewropayê, dixwaze destûrê bide hêzên ewlehiyê ku jîriya çêkirî di têkoşîna li dijî sûc û terorîzmê de bi kar bînin. Parlamentoya Ewropayê, dixwaze bi dewletên endam ku qedexekirina teknolojiya bi niqaş red dikin re, niqaşan berfireh bike.

Parlamentoya Ewropayê, roja Çarşemiyê di dengdana giştî de ku li Strasboûrgê hat kirin, helwesta xwe diyar kir.

Ji bo ku mijar zû bi encam bibe, divê bi dewletên endam re dest bi hevdîtinan bê kirin.

Komîserê YE’yê Thîerry Breton, got ku jîriya çêkirî, bi etîk û ekonomîk gelek pirsan dike rojev û bang tevgerîna bi lezgînî û rabûna bi berpirsyariyê kir.

Pergalên jîriya çêkirî ku teknîka wan gelek tevlihev e, hem bi mirov re fikaran çêdike hem jî bandoreke efsûnî li mirov dike.

Hem dibe ku di teşxîsa tibî de bikin ku mirov sax bimîne, hem jî dibe ku rejîmên otorîter ji bo şopandina welatiyan bi girseyî, bi kar bînin.

Zanyar bang dikin ku heta bi zagonan bi awayekê baştir bên sererastkirin, bipêşvebirina wan bê rawestandin.

Endamê Parlamentoya Ewropayê Brando Benîfeî, got: ‘’Pêdiviya me bi rê û rêbazê heye. Hemû cîhan me dişopîne.’’