Pisporan careke din hişyarî dan: Hişê Çêkirî dikare dawî li mirovahiyê bîne!

Afirînerê ChatGPT Sam Altman jî di nav de komek ji pispor û rêveberên şîrketan hişyarî dan ku belavbûna hişê çêkirî li ser mirovahiyê gefa 'tunekirinê' ye.

Li malpera Center for Al Safety ku saziyek 'ne ji bo qezencê' ye, belavokek hate weşandin.

Kesayetên ku mohra xwe danîn binê belavokê diyar kirin ku rîskên têkildarî Hişê Çêkirî (HÇ) divê mîna pandemî û şerê nukleerî di heman asta rîskên civakî de bêne nirxandin.

Geoffrey Hînton ku weke yek ji afirînerên hişê çêkirî tê qebûlkirin û di heman demê de mohra xwe daniye binê belavokê, destpêka meha Gulanê ji wezîfeya xwe ya li Googleyê îstifa kir. Hingî di mijara metirsiya hişê çêkirî de hişyarî dabû.

Hinton li New York Tîmesê destnîşan kiribû ku gavên di sektora HÇ de têne avêtin ji bo mirovahiyê û tevahiya civakê rîskên mezin e.

Ji damezrînerên OpenAl Elon Mûsk ku ji desteya rêveberiyê cihê bû, her wiha bi sedan pisporên global meha Adarê ragihandin ku hişê çêkirî 'li ser mirovahiyê rîskên mezin e' û bang kiribûn ku lêkolînên li ser vê mijarê ji bo şeş mehan bêne rawestandin.

Bi CPT-4 re ku vîzyona dawî ya ChatGPT ye, fikar zêdetir bûn. Li gorî Sam Altman ê Emerîkî, hişê çêkirî dikare hilbijartinê manîpule bike, yan jî bazara kar ser û bin bike û 'zerareke cidî bide cîhanê'.

Hişên çêkirî yên xweser bûn sedem ku hişên çêkirî yên hilberîne hîn bêhtir bi pêş ve biçin. Ev hişên çêkirî yên xweser bêyî bên kontrolkirin bi xwe hîn dibin û ji bo naverokê çêbikin mîna aqlê mirovan tevdigerin.