Di dîroka cîhanê de yekem car neqla nîv rû û çav hate kirin!

Bijîjkên Amerîkî ragihandin ku wan neqla nîv rû û neqla çav li nexweşekî kirine.

Her çend ev emeliyata bêhempa nîşan da ku çavê nexweş piştî neqlandinê hîn saxlem e, dîtina wî nekariye were vegerandin.

Operasyona ku di dawiya Gulanê de ji hêla Nexweşxaneya Zanîngeha New York NYU Langone Health ve hate kirin bi qasî 21 saetan dom kir.

Ji xeynî çavê çepê û qulikê, poz, lêv û tevnên din ên rû yên ku ji donor hatine girtin jî bi serfirazî hatin neqlkirin.

Dr. Eduardo Rodriguez ku emeliyat bi rê ve bir diyar kir ku çavê nexweş gelek nîşanên erênî yên tenduristiyê nîşan didin, di nav wan de herikîna xwînê ya ber bi retînayê jî heye.

Ev operasyon li ser leşkerê berê Aaron James hate kirin

Dr. Rodriguez got, "Bi milyonan însan hene ku çavê xwe winda kirine û em nabêjin ku em ê îro vê yekê çareser bikin. Lê teqez em gavek din nêzî wê bûne."

Her çend James hîn jî nabîne jî diyar kir ku ceribandinên hatine kirin erênî bûn û piraniya retina parastiye.

Pispor diyar dikin ku ew ê di salên pêş de nirxandina îmkana vegerandina dîtinê bidomînin.