ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li kantona Firatê amadekariyên Festîvala Şehîd Bawer Agir
Li kantona Firatê Festîvala Şehîd Bawer Agir wê cara 5'emîn bê lidarxistin. -
Dewleta Tirk li Efrînê 2 kes revand, aqûbeta wan nayê zanîn
Dewleta Tirk a dagirker li navenda Efrînê û navçeya Racoyê 2 kes revand. -
Rêveberiya Xweser ji bo penaberan zend û bend ba daye
Hevserokê Ofîsa Karên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed got, ji bo karibin bersivê bidin pêwîstiyên penaberên Sûriyeyî divê saziyên mirovî yên navneteweyî û NY piştgiriya wan bikin. -
Li Dêrik û Amûdê komploya 9'ê Cotmehê hate şermezarkirin
Ji ber salvegera 26'an a komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê li bajarên Amûdê û Dêrikê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hatin lidarxistin. -
Ji Kongra Star konferansa 'Sosyolojiya Azadiyê'
Kongra Star di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bi sernavê 'Sosyolojiya Azadiyê' konferansek lidar xist. -
72 milyon 432 hezar lître mazot li 241 hezar 440 malbatan hat belavkirin
Rêveberiya Xweser li hemberî zor û zehmetiyên zivistanê hewl dide alîkariyê bi gelên herêmê re bike. Bi vê armancê Rêveberiya Sotemeniyê ya Kantona Cizîrê 72 milyon 432 hezar lître mazot li 241 hezar 440 malbatên kantonê belav kir. -
Li Efrînê di nava mehekê de 6 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 50 kesî jî hatin revandin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê rapora xwe ya meha Îlonê eşkere kir û got: “Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê di nava mehekê de 6 kes qetil kirin, 29 kes jî birîndar kirin û zêdetirî 50’î kesî jî revandin.” -
Cenazeyê şehîdan li Qamişlo û Hesekê hatin veşartin
Cenazeyê şervanên QSD’ê Seyd Qamişlo û Ebdulkerîm El Dawud, li Qamişlo û Hesekê hatin veşartin. -
Li dijî Kantona Efrîn-Şehba di nava mehekê de 88 êrîş pêk hatin
Hêzên Parastinê yên Kantona Efrîn û Şehbayê, ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di meha Îlonê de herî kêm 88 caran êrîşê kantonê kirine. Di encama van êrîşan de sivîlek jiyana xwe ji dest da. -
Li Minbicê meha Îlonê 14 çete hatin kuştin, 19 jî birîndar bûn
Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya hewldanên êrîşê yên çeteyan ên li herêmê eşkere kir. Hate ragihandin ku herî kêm 14 çete hatin kuştin. -
Bi hezaran kes ji Lubnanê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn
Li gorî rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî êrîşên Îsraîlê ji deriyên sînor ên Tahiye yê Minbicê û Tebqayê nêzî 8 hezar kes derbas bûn. Hate ragihandin ku 9 cenaze jî hatin derbaskirin. -
Yên ku bi destê PDK'ê şehîd bûn -VII: Şehîd Hacî
Şehîd Hacî ku li dijî zilma rejîmê tevlî nava refên PKK'ê bû, sala 1995'an ji aliyê PDK'ê ve li Metînayê şehîd hate xistin. Kekê wî Mihemed Ehmed got, "Divê gelê Kurd dest bide hev û li ber hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re rabe." -
YPJ’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê nasnameyên 3 şehîdên xwe yên ku di cih û dîrokên cuda de şehîd bûne, eşkere kir. -
3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Ji ber dijwarbûna şerê navbera Îsraîl û Hizbûllahê 3 hezar û 218 Sûriyeyî û 12 Lubnanî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Her wiha 7 cenaze anîn herêmê. -
Cenazeyê şehîd Xerîb bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Cenazeyê şervanê HRE’yê Diyar Xerîb li Şehîdgeha Şehîd Xebat a Dêrikê hat veşartin. Di merasîmê de peyama ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker û hevkaran bê pirsîn hat dayîn. -
Dewleta Tirk li Efrînê 7 kes ji bo fîdyeyê revand
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku li navçeya Mabata ya Efrînê 7 Kurd ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji bo fîdyeyê hatin revandin. -
Ji bo şehîdên QSD û Hêzên Ewlekariyê konê sersaxiyê hate vedan
Ji bo Merwan Oso û Mihemed Şemdîn (Cano) ên di êrîşa DAÎŞ'ê de şehîd bûn, konê sersaxiyê hate vedan. -
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo aramî û ewlehiya Dêrazorê kar dike
Dêrazor ku ji DAÎŞ'ê heta bi çeteyên dewleta Tirk, ji rejîma Baasê heta bi çeteyên Îranê di hedefa gelek koman de ye, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tê ewlekirin. -
Yên ku bi destê PDK'ê şehîd ketin - VI
Ji pêşengên Malbata Gulo ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêlên giran da Îsa Gulo sala 1992'an di êrîşa dewleta Tirk û PDK'ê de şehîd bû. -
2 şervanên QSD’ê li Minbicê şehîd bûn
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku şervanên QSD’ê Ciwan Qasimiyê û Dozvan Kobanê di 25’ê Îlonê de li Minbicê şehîd bûne û soza tolhildanê da. -
Li Şehbayê ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Efrîn û Şehbayê meşeke girseyî ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li dar xistin. -
Li Hesekê ji bo 4 şehîdan merasîm hate lidarxistin
Ji bo 4 şehîdan merasîma oxirkirinê li Hesekê hate lidarxistin. -
HRE'yê nasnameya şehîdekî eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Diyar Xerîb di 22’yê Îlona 2024’an de li herêma Efrînê şehîd bûye. -
Rêveberiya Xweser ji bo koçberên vedigerin maseya krîzê ava kir
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo koçberên ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê vedigerin bi rengekî ewle bêne bicihkirin, maseya krîzê ava kir. -
Yên ku bi destê PDK'ê şehîd bûn -V
Silêman Ehmed ku kurê wî sala 1992'an li gel komek ji hevrêyên xwe di kemîna PDK'ê de şehîd bû, diyar kir ku ti cudahiya PDK'ê û dewleta Tirk ji hev nîne û got, "PKK û gelê Kurd ê bi PKK'ê re dimeşe li ser rêya rast e; mirovên rast in."