BI DÎMEN

Şahida komkujiya Kobanê: Sed sal derbas bibe jî em ji bîr nakin

Çend meh piştî ragihandina rizgarbûna xwe, Kobanê bi sibeha herî tarî re şiyar bû. Di 25’ê Hezîrana 2015’an de, DAÎŞ’ê sivîlan hedef girt. Kesên ku ji komkujiyê rizgar bûne wê rojê wekî "rojeke tarî’ ku di bîranînan de cih girtiye" bi nav dikin.

Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê di 26’ê Çileya 2015’an de, piştî berxwedaneke dîrokî ya 134 rojan, şervanên YPG û YPJ’ê li bajêr berxwedaneke destanî nivîsandin. DAÎŞ, yek ji mezintirîn rêxistinên terorîst ên cîhanê, li Kobanê têkçûneke mezin jiya. Lê belê, çeteyên ku ev têkçûn qebûl nekirin, di sibeha 25’ê Hezîrana 2015’an de careke din sivîlan hedef girtin û komkujî pêk anîn.

DAÎŞ’ê pêşî di saetên serê sibê de êrîşî gundê Berxbotan kir û dû re ber bi Kobanê ve çû û li bajêr komkujiyeke mezin pêk anî. Bi sedan sivîl bûn hedef; gelek kes ku di nav de jin, zarok û extiyar hebûn bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Şêx Edlan, yek ji şahidên komkujiyê, ji ANF’ê re tiştên ku jiyaye vegot. Edlan, ku ji gundê Ziyaretê ye, ji dema dorpêçkirina Kobanê ya ku di sala 2014’an de dest pê kir, şahidiya têkoşîna gelê ku bajar diparêze kiriye. Sibeha 25’ê Hezîranê jî yek ji rojên herî bi êş ên vê têkoşînê hat jiyîn.

Edlan got, "Di berbanga sibehê de bi dengê teqînan em şiyar bûn. Ji her deverê dengê guleyan dihat. Me fêm nedikir çi diqewime. Dema ku ez derketim derve, du wesayîtên tijî çekdar ji ber me derbas bûn, lê min nedizanî ew kî bûn. Min nîşana serketinê kir, lê piştî ketin nava nexweşxaneya Miştenûrê, min fêm kir ku çeteyên DAÎŞ’ê ne."

Edlan û malbata wê di xetereyek mezin de bûn. Çeteyan mala wan dorpêç kiribû. Kurê wê hewl da ku bi şikandina dîwarê malê bi tevira ku ji dikana xwe anîbû, malbatê rizgar bike. Edlan wan kêliyan wiha vegot:

"Çeteyan derî şikandin û ketin hundir. Hevserê min li ser nivînan rûniştibû. Ji min av xwestin, min da. Paşê ji min re gotin ku dernekevim derve. Xwedê alîkariya me kir, em di wê gavê de sax man. Me dîwarê mala xwe şikand û reviyan. Ber bi rojhilatê bajêr ve me dest bi meşê kir. Şervana ji me re gotibû berê xwe bidin rojavayê bajêr. Ez li ser rê hînbûm ku bûka me birîndar bûye. Hevalan ew ji bo dermankirinê şandin Bakurê Kurdistanê.”

Edlan got, "Ew roj ji bo me roja herî tarî bû," û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Sed sal jî derbas bibe, em wê rojê qet ji bîr nakin. Xwîn mîna lehiyê rijiya, em sax man. Lê her tim di hundirê me de birînek heye."