Li dijî Kantona Efrîn-Şehba di nava mehekê de 88 êrîş pêk hatin

Hêzên Parastinê yên Kantona Efrîn û Şehbayê, ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di meha Îlonê de herî kêm 88 caran êrîşê kantonê kirine. Di encama van êrîşan de sivîlek jiyana xwe ji dest da.

Hêzên parastinê yên Kantona Efrîn û Şehbayê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên meha Îlonê (2024) eşker kir. 

Li gorî bîlançoyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di navbera 1 û 30’yê Îlonê (2024) de êrîşî 32 gund, bajarok û bejahiyên Kantona Efrîn û Şehbayê kirin.

Di bîlançoyê de ev agahî hat parvekirin ku dagikeran bi topên hawan û obusan, tang, bombe avêj, moşek û balafirên bê mirov û biçek, 88 caran êrîş pêk anîne.

Di êrîşa 9’ê Îlonê ya li ser gundê Dêr Cemal de welatiyê bi navê Mihemed Sadiq ê 30 salî jiyana xwe ji dest da. Di êrîşan de her wiha ziyana madî çêbû.

Di êrîşa heman rojê ya li ser gundê Tinibê de jî, ji heman malbatê zarokên bi navê Zeynep Feysel Cinêd a 4 salî, Ehmed Feysel Cinêd ê 6 salî birîndar bûn.