Dewleta Tirk li Efrînê 2 kes revand, aqûbeta wan nayê zanîn

Dewleta Tirk a dagirker li navenda Efrînê û navçeya Racoyê 2 kes revand.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, li gundê Şêx ê navçeya Raco ya Efrînê Kolîn Mihemed Şêx Ebdî (28) beriya du mehan ji aliyê MÎT a dewleta Tirk û koma wê ya çete 'Polîsên Leşkerî' ve hate revandin.

Tê gotin, Ebdî birine zindaneke li Maratayê û ji hingî ve agahî jê nayê wergirtin.

Hate ragihandin, beriya hefteyekê jî Nîdal Qelender (41) ku ji Mabatayê ye û li navenda Efrînê dima, hate revandin. Aqûbeta Nîdal Qelender jî nayê zanîn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê di nava meha Îlonê de li herêma Efrînê 6 kes ji aliyê dewleta Tirk ve hatin kuştin, 29 kes jî birîndar bûn.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan jî diyar kir ku di nava meha Îlonê de li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne zêdeyî 50 kes hatine revandin.