2 şervanên QSD’ê li Minbicê şehîd bûn
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku şervanên QSD’ê Ciwan Qasimiyê û Dozvan Kobanê di 25’ê Îlonê de li Minbicê şehîd bûne û soza tolhildanê da.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê ragihand ku şervanên QSD’ê Ciwan Qasimiyê û Dozvan Kobanê di 25’ê Îlonê de li Minbicê şehîd bûne û soza tolhildanê da.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên xwe Ciwan Qasimiyê û Dozvan Kobanê ku li gundewarê Minbicê şehîd bûbûn eşkere kirin.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî di van demên dawîn de asta êrîş û hedefgirtinên xwe yên dijminane li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bêmirov û xwekujî zêde kirin. Armanca dagirkeriyê ji van êrîşan ew e ku xelkê herêmê ji gund û malên wan bidin koçberkirin da ku rûbera dagirkeriya xaka Sûriyeyê fireh bike.
Ji eniyên herî zêde dagirkerî û çeteyên wî êrîşên xwe zêde kirine eniya gundewarê Minbicê ye. Rojek jî bêyî bikaranîna balafirên bêmirov ên biçek û xwekuj û topavêjan derbas nabe.
Lê şervanên me bersiva hemû êrîşên dagirkeriyê û hewldana ketina çeteyên wê didin, her wiha tevahî hewldanên kontrolkirina herêmên hêzên me lê hene têk dibin.
Di eniyekî gundewarên Mınbicê de 2 şervanên me gihaştin asta şehadetê. Navên wan Ciwana Qasimiyê (Ebdo Îsa Bozî) û Dozvan Kobanê (Mihemed Ednan Boz) in.
Her du şervanên me di gelek perwerdeyan re derbas bûn. Ew her du beşdarî gelek operasyonên leşkerî yên bersivdana êrîşên hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wî bûne. Li hember van êrişan berxwedaneke mezin rabir kirine. Ew her du şehîd xwedî ruhê hevrêtiyê yên bilind bûn.
Em sersaxiyê didin malbatên her du şehîdan û tevahî malbatên şehîdên xwe, her wiha em soz didin şehîdan xwe ku tola wan ji sûcdaran hildin û armancên wan dixwest pêk bînin.
Agahiyên li ser nasnameyên her du şehîdan wiha ne:
Navê tevgerî: Ciwan Qasimiyê
Nav û paşnav: Ebdo Bozî
Navê dayikê: Cîhan
Navê bav: Îsa
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê -2001
Cih û dîroka şehadetê: Gundewarê Minbicê 25'ê Îlona 2024'an.
Navê tevgerî: Dozvan Kobanê
Nav û paşnav: Mihemed Boz
Navê dayikê: Fatme
Navê bav: Ednan
Cih û dîroka jidayikbûnê: Qasimiyê 2004
Cih û dîroka şehadetê: Gundewarê Minbicê 25'ê Îlona 2024'an.