Bobelata lehiyê ya li Çînê: 6 kes mirin, 80 hezar kes jî hatin veguhastin
Li Eyaleta Guizhou ya li başûrê Çînê ji ber baranê zêde ya vê hefteyê lehiyên mezin rabûn û herî kêm 6 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Li Eyaleta Guizhou ya li başûrê Çînê ji ber baranê zêde ya vê hefteyê lehiyên mezin rabûn û herî kêm 6 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Hate ragihandin ku li navçeya Rongjiang a Guaihouyê ji roja Sêşemê ve ye lehiyên gelekî mezin rabûne û herêmên nizm bi temamî di bin avê de mane. Ji ber lehiyê li eyaletê hişyariyên mezin tên kirin.
Li gorî televîzyona dewletê CCTV’ê li cihên ku av vedikişin zirarên bobelatê derdikevin holê.
Heya niha herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 80 hezar kes jî ji herêmên ewle re hatine veguhastin.
Çapemeniya dewletê da zanîn ku li hin bajaran binesaziyê zirarên mezin dîtiye, çûnûhatin hatiye sekinandin, ceyran qut bûne û gelek kes asê mane. Ajansa nûçeyan ya bi navê Xinhua da zanîn ku li Guizhouyê qadeke futbolê 3 netreyan di bin avê de maye.
Bobelata lehiyê weke perçeyeke bûyerên hewayîyên zêde yên li seranserê Çînê tê dîtin. Li paytext Pekînê jî vê hefteyê pileya germahiya hewayî derket astên herî jor. Ji ber germahiyên zêde rayedaran hişyariya germahiyê ya herî bilind a duyem da.
Li gorî zanyaran zêdebûna guherîna avûhewayê weke encameke şewitandina sotemeniyên fosîl (petrol, komir, xaz) zedebûn û zirardayîna bûyerên hewayî yên bi vî rengî zêde dike.