Ji Kongra Star konferansa 'Sosyolojiya Azadiyê'

Kongra Star di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bi sernavê 'Sosyolojiya Azadiyê' konferansek lidar xist.

Kongra Star di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pisgirêka Kurd re çareserî" de Konferansa Sosyoljiya Azadiyê bi dirûşma "Çareseriya pirsgirêka misogeriya azadiyê ye" li xwaringeha Marbêla ya Hesekê dest pê kir. 

Jin, endamên tevger û rêxistinên jinan ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li konferansê bûne.

Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo di konferansê de axivî û got: "Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî de 15`ê Sibata 1999`an de dîl hate girtin. Ji 26 salan ve berxwedana bêhempa di girtîgehên dewleta Tirk a faşîst de nîşan dide."

Rîhan destnîşan kir ku, dûrxistina gelê herêmê ji raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan armanca pergala îşkence û qirkirinê ye ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xilaskerê gelan ji zulm û koletiyê ye.

Rîhan nirxandina Rêber Abdullah Ocalan bi bîr xist ku digot serdema 21`an dê serdema azadiya jinan be û ev gotin li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye praktîkkirin.

Rîhan wiha domand: "Bi giyanê berxwedana Rêber Abdullah Ocalan, gelên Kurdistanê destkeftiyên mezin bi dest xistin."

Her wiha Rîhan diyar kir ku tenê bi yekitiya jinan û xwebirêxistinkirinê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî dibe, dagirkerî dê ji Kurdistanê dê derkeve.

Dûre endama Kongra Star Heyat El Umerî perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwendin. Konferans bi pêşandana sinevizyonekê li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Hate ragihand ku sosyolojiya azadiyê mijara sereke ya konferansê ye.