BI DÎMEN

Li Minbicê meha Îlonê 14 çete hatin kuştin, 19 jî birîndar bûn

Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya hewldanên êrîşê yên çeteyan ên li herêmê eşkere kir. Hate ragihandin ku herî kêm 14 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya êriş û hewldanên çeteyan ku xwest bikevin herêmê û windahiyên çeteyan a Îlonê aşkera kir.

Li gorî daxuyaniyê bîlanço bi vî rengî ye:

400 topên hewan û obîs li herêmê ketine.

2 balafirên bêmirov ên biçek êrişî herêmê kiriye.

8 caran çeteyan xwestiye bikevin kantona Minbicê lê Hêzên Meclisa Leşkerî nehiştine.

4 balafirên bêmirov ên biçek ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hatin xistin.

Di encama êrişan de 4 sivîl birîndar bûn.

14 çete hatin kuştin.

19 çete birîndar bûn.

Detayên bîlançoyê wiha ne: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi sedan topên hewan û obîsan êrişî gundên kantona Minbicê kirin. Li gundê Hoşeriyeyê 14 top, li Catê 45 top, li Dericê 5 top, li Tûxarê 15 top, li Ewn Dadatê 98 top, li Mefarîdê 12 top, li Mehsenliyê 21 top, li Ceradê 30 top, li Ereb Hesenê 13 top, li Um Cilûdê 25 top, li Dendeniyeyê 32 top, li Siyadeyê 22 top, li Kawikliyê 9 top, li Kor Hiyokê 59 top ketine.

Li gorî daxuyaniyê dewleta Tirk ji baregehên xwe yên li gundên Şêx Nasir û Yaşilî yên nêzî eniyên şer ew gundên navborî topbaran kirine.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrişan de zirar li mal û milkên şêniyan hatiye ku jeneratorek û motorsîklêtek hate şewitandin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan daye û nehiştiye çeteyên dewleta Tirk gundên navborî dagir bike.

Her wiha îşaret pê hate kirin ku 11.09.2024`an çeteyan xwestiye bikevin gundê Um Cilûdê lê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kemîn daniye pêşiya wan, di encamê de şer derketiye. 10 çete hatine kuştin û 10 çete jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku di Îlonê de çeteyan gelek caran xwestiye bikevin gundewarên Minbicê lê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ew hewldan têk birine.