Cenazeyê şehîdan li Qamişlo û Hesekê hatin veşartin

Cenazeyê şervanên QSD’ê Seyd Qamişlo û Ebdulkerîm El Dawud, li Qamişlo û Hesekê hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên Qamişloyê cenazeyê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Seyd Qamişlo (Elî Casim El Awad) li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê veşartin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme El Casim axivî û sersaxî da malbata şehîd. Fatme wiha domand: "Ji vir ji vî cihê pîroz em bejna xwe li ber lehengiya wan ditewînin. Îro şehîdê leheng Elî El Casim jî tevlî wan bû. Em ji malbata wî re dibêjin, serê we sax be. Me ji cîhanê re îsbat kir ku em gelek in."

Dûre ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Qamişloyê Nezîr Sofî axivî û got: "Êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê herî dawî li Dêrazorê îsbat kir ku ev gelê berxwedêr hevgirtî ye."

Sofî soz da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo edaletê û wekheviyê şopdarên şehîdan bin.

Dûre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbata hate kirin. Piştre girseyê cenazeyê şehîd spart axê.

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Şedadê cenazeyê şervanê QSD’ê Hogir (Ebdulkerîm El Dawud) bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a bajêr veşartin.

Merasîmê bi rêzgirtinê û torana leşkerî dest pê kir. Piştre endamê Melisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Mihemed El Xelîl axivî.

El Xelîl di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbat û hevalên şehîd re xwest û got: "Şehîd di rêya avakirina civakeke demokratîk de canê xwe didin. "

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Mihemed El Ferec jî di axaftina xwe de da zanîn ku şehîd Ebdulkerîm erka xwe ya pîroz a parastina gel û xaka xwe bi cih anî û tev li karwanên nemiran bû.

El Ferce soz da ku dê xwedî li destkeftiyên şehîdan derkevin û ji bo pêkanîna xeyalên wan têbikoşin.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tîlîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.

Şervanê QSD’ê Hogir (Ebdulkerîm El Dawud) 28’ê Îlonê dema erka xwe bi cih dianî, li bajarokê Bisîra yê Dêrazorê şehîd bûbû.