HRE'yê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê wan Diyar Xerîb di 22’yê Îlona 2024’an de li herêma Efrînê şehîd bûye.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Diyar Xerîb (Karwan Hecî) di 22’yê Îlona 2024’an de li herêma Efrînê dema li ser erka xwe bû şehîd bûye.

Daxuyanî wiha ye: “Hevrêyê me Diyar Xerîb li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz û girêdayî nirxên kurdayetiyê de ji dayîk bûye. Ji ber van taybetmendiyên malbata xwe û di heman demê de dema komên çeteyên cîhadîst di destpêka alozî û qeyrana Rojhilata Navîn de êriş gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê kir û li dijî gel komkujî pêk anîn, tev li hêzên berxwedanê bû.

Hevrê Diyar Xerîb jî yek ji wan ciwanan bû ku sekin û temaşekirin di dil û mejiyê xwe de ji xwe re hezm nekir, di milekî de kîn û hêrsa wî li hemberî dijminê xedar zêde bû, li milekî din jî bi çîrokên lehengî û qehremaniya keç û xortên welatê me bandor bû. Berê xwe da nava şoreşê. Di kêliyên herî zor û zehmet de li Başûrê Kurdistanê  bi erk û wezîfeya xwe ya demê rabû, piştî demekê jî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.

Rêheval Diyar dizanibû ku ancax bi têkoşîneke xurt û bi îradeyekî ji pola karibe li hemberî dagirkerên demê şerekî bê eman bide meşandin. Ji bo vê yekê jî xwe perwerde kir, her ku xwe nas kir û wisa jî hîn bêhtir rastî û heqîqeta dijmin û pê ve jî girêdayî hişmendî, siyaset û polîtîkayên qirêj ên li ser gelê me tê kirin, fêm kir. Di warê  birdozî û bi taybetî jî biranşa leşkerî de xwe jîr û zana kir, bû hevalekî ciwan ê xwedî şareza. Bi  van  ezmûn û danehevên xwe yê şer di sala 2019’an de hem cihê xwe di pêngava rizgarkirina Baxozê û her wiha dîsa Berxwedana Rûmetê ya Serêkaniyê de bi awayekî fedaî li refên herî pêş da girt.

Rêheval Diyar bi hişmendî û zanebûna li ku derê pêwîstiyên şoreşê hebe berê xwe da wê derê û bi têkoşîna xwe ya li hember komên çeteyên cîhadîst ên mîna El Nusra, DAIŞ û her wiha komên cûda yên xwînmij ku dewleta Tirk a dagirker wan xwedî dike, bû xwedî seknekî mînak. Herî dawî jî li ser van esasan berê xwe da herêma Efrînê di nava Hêzên Rizgariya Efrînê de dest bi şerê rizgariyê kir. Rêheval Diyar xwe ti carî neda alî, ji roja ku tevlî bû heya kêliya xwe ya dawî jî her li refên herî pêş bû. Bi awayekî fedaî tevlî pêngavên rizgarî û çalakiyên ku tê kirin bû, cih hat bû şervan û cih jî hat bû fermandar û pêşengtî ji şer û jiyanê  re kir.

Em weke Hêzên Rizgariya Efrînê soza xwe nû dikin ku em ê xeyal û armancê hevalên xwe yê şehîd pêk bînîn. Ala ku hevrê Diyar Xerîb dewrî me kir, em ê bihêlin ku her li babe. Li ser van esasan di serî de em sersaxiyê ji malbata hevrêyê xwe Diyar Xerîb û tevahî gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê ra dixwazin."

Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:

Nasnav: Diyar Xerîb
Nav û Paşnav: Karwan Hacî
Navê Dayikê: Buhar
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 22’yê Îlona 2024."