Dewleta Tirk li Efrînê 7 kes ji bo fîdyeyê revand

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku li navçeya Mabata ya Efrînê 7 Kurd ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ji bo fîdyeyê hatin revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên ’El Emşat’ ên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Mabata yê Efrînê 7 Kurd revandin.

Li gorî rêxistinê, navên kesên hatine revandin wiha ne: Mihemed Îzet Bekir (45) Xebat Îzet Bekir (38), Beşar Zuhêr Hemade (25), Diyar Şêx, Basil Henan Çîçeko (26), Dilo Ehmed Mistefa (39) û Elî Mixtar (45).

Rêxistinê diyar kir ku çeteyan ji bo her revandiyekî fidiye ji 300-500 dolarî ji malbatên wan xwestine.