BI DÎMEN

Yên ku bi destê PDK'ê şehîd bûn -V

Silêman Ehmed ku kurê wî sala 1992'an li gel komek ji hevrêyên xwe di kemîna PDK'ê de şehîd bû, diyar kir ku ti cudahiya PDK'ê û dewleta Tirk ji hev nîne û got, "PKK û gelê Kurd ê bi PKK'ê re dimeşe li ser rêya rast e; mirovên rast in."

ŞEHÎD SILÊMAN MIHEMED

Memo Siwar (Mihemed Zekî Mihemed) sala 1971'ê ji dayik bû. Li nava malbateke ku di salên 1980'î de PKK nas kir bi kesayetiyeke welatparêz mezin bû. Beriya ku tevlî nava refên PKK'ê bibe demeke dirêj ji bo gelê xwe xizmet kir û weke kesekî têkoşer dihate naskirin. Şahidî ji komkujî, zext û zilma rejîma Sûriyeyê re kir. Di sala 1992'an de biryar da ku berê xwe bide çiyayên azad û li gel komek ji hevrêyên xwe bi rê ket. Heman salê beriya ku bigihêje cihê ku dixwest, di encama polîtîkaya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re di encama kemînekê de şehîd bû.

Bavê Şehîd Memo Siwar, Silêman Mihemed qala kurê xwe kir û hêrsa xwe ya li hemberî PDK'ê anî ziman. Silêman Mihemed ev pirs li PDK'ê kir: "Em zanin ku dewleta Tirk dijmin e, lê çi bi PDK'ê tê? Ewqas gerîla şehîd xist, gelo hîn dilê xwe rehet nebûye?"

Silêman Mihemed qala kurê xwe yê şehîd Memo kir: "Dayika wî ew dibir dibistanê. Dayika wî digot, mamosteyên wî ew mînak nîşan dida, zarokekî serketî bû. Zû hîn dibû. Gotina zehmetiyê ji jiyana xwe derxistibû. Tiştek tine bû ku bi ser nexîne. Bi pola 9'emîn re Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir. Di sala 15'an de bi rengekî çalak dest bi kar kir. Gotinên hevalan bi cih dianî, gelekî dilsoz bû. Têkoşîna ji bo gel û welatê xwe ji xwe re kiribû rêbazeke jiyanê. Bi vî rengî kêfxweş dibû. Bû hevrê ji hevrêyên xwe re. Şoreşgerekî û welatparêzekî dilsozê xaka xwe bû. Hez ji gelê xwe dikir. Mirovekî fedakar bû. Min nedît ku rojekê di rêya şaş de meşiya. Şervanê heqîqetê bû. Ji rastî û bedewiyê hez dikir. Gelek qîmet dida hevrêyên xwe. Bi hefteyan nedihat malê, gund bi gund digeriya, gel bi rêxistin dikir. Bi zarokan re dibû zarok, bi extiyaran re dibû extiyar. Yanî ji zimanê her mirovî fêhm dikir, ew hîs dikir û xwe digihand dilê wan.

'SERÎ LI BER REJÎMA SÛRIYEYÊ RAKIRIBÛ'

Dema ku bû 19 salî belgeya wî ya leşkeriyê hat. Diviyabû biçûya leşkeriya rejîmê; lê belê israr dikir ku neçe. Kurê min ji zilma rejîmê re şahidî kiribû. Ma ji rejîmê kêm zext û zilm dît? Ji ber vê yekê bi hêrs bû. Digot, 'Ez ê leşkeriyê ji rejîmê re nekim, ez ê xizmetê ji wan re nekim'. Digot, 'Divê ez xizmetê ji xak û gelê xwe re bikim, ez çima xizmetê ji rejîma Sûriyeyê re bikim?' Serî li ber rejîmê rakiribû. Heta biçe çiyê rojekê jî paşve gav neavet; li hemberî rejîmê bi rengekî çalak xebitî. Di sala 1992'an de li gel komek ji hevalên xwe çû çiyê. Hîn nû gihîştibû çiyayên azad, kete kemîna pêşmergeyên PDK'ê û gerîlayên li wê komê hemû şehîd bûn.

'PDK HEVALÊ DEWLETA TIRK E'

Silêman Mihemed anî ziman ku ew 87 salî ye, ji dema ku çavên xwe li cîhanê vekiriye û vir ve xiyaneta PDK'ê bi dawî nebûye û got, "Malbata Barzanî rojeke bi tenê jî li gel gelê Kurd nesekinî. Malbata Barzanî xayin e; bûye hevalê dewleta Tirk. Gerîlayên me ji aliyê PDK'ê ve têne şehîdxistin. Em zanin ku dewleta Tirk dijmin e, lê çi bi PDK'ê tê? Ewqas gerîla şehîd xist, gelo hîn dilê xwe rehet nebûye? Gelo PDK dijminê gelê Kurd e ku rê dide dewleta Tirk û bi ser gerîla ve diçe û şer dike? Xuya ye PDK dijminê gelê Kurd e. PDK ku destê xwe di xwîna kurê min de heye, di heman demê de dijminê min e. Li ber çavên min ti cudahî di navbera PDK'ê û dewleta Tirk de nîne. PKK û gelê Kurd ê bi PKK'ê re dimeşe di rêya rast de ne, mirovên rast in. Em mirovên welê bi rehm in ku gêrîkekê jî naêşînin. Em ji bo mafê xwe têdikoşin. Başûrê Kurdistanê ne milkê Barzaniyan e, xaka gelê Kurd e. Gelê Kurd mafdar e û ev têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê bi ser bikeve."