Li Hesekê ji bo 4 şehîdan merasîm hate lidarxistin

Ji bo 4 şehîdan merasîma oxirkirinê li Hesekê hate lidarxistin.

Ji bo endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Merwan Oso, Omer Abid û Umran El Hesûnî yên ku 26’ê Îlona îsal di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de li ser rêya Hesekê-Holê şehîd dibûn,ji bo şervanê QSD’ê Cano (Mihemed Şemdîn) jî yê ku 25’ê Îlonê li ser erka xwe şehîd bibû, merasîma oxirkirinê hat lidarxistin.

Tevî şervanên QSD, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, saziyên sivîl, tevgerên jin û ciwanan, bi şênî beşdarî merasîm bûn ku  li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawiyê yê bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û torana leşkerî ya Hêzên Operasyonan ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê endama meclisê Fatima El Elî axivî û sersaxî ji malbat û hevreyên şehîdan re xwest.

Fatima El Elî anî ziman ku şehîd stûnên avakirina welat in û bi xwîna xwe axa welat av didin. Fatima diyar kir ku ew bi gotinan nikarin wesfê şehîdan bidin.

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hesen Qero jî diyar kir ku ew vîn û israra xwe ji şehîdan digirin û got: "Dema şehîd çêdibe bi hezaran kes didin ser şopa wî/ê."

Hesen Qero soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna xeyalên wan ên azadî û demokrasiyê da.

Piştî axaftinan wesîqeyên şehadetê yên her çar şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Mabatan diyar kirin ku ew bi şehadeta ewldanên xwe serbilind din û dê rêya wan bişopînin.

Cenazeyên şehîd Merwan Oso, Omer Abid û Mihemed Şemdîn li Pakrewangeha Şehîd Dijwar hatin veşartin. Şehîd Umran El Hesûnî  bi dirûşmên "Şehîd namirin" ber bi Pakrewangeha Şehîdan a li bajarê Şedadê ve hat oxirkirin.