Cenazeyê şehîd Xerîb bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Cenazeyê şervanê HRE’yê Diyar Xerîb li Şehîdgeha Şehîd Xebat a Dêrikê hat veşartin. Di merasîmê de peyama ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker û hevkaran bê pirsîn hat dayîn.

MERASÎMA CENAZE

Cenazeyê şervanê HRE’yê Diyar Xerîb (Karwan Hacî) ê ji xelkê bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê ye di 22’yê Îlona 2024’an de li Efrînê şehîd bû, li Şehîdgeha Şehîd Xebat a Dêrikê bi merasîmeke girseyî hat veşartin. 

Bi sedan welatiyên ku ji herêmên Dêrik, Girkê Legê û Til Koçer ên kantona Cizîrê hatin merasîmê, cenazeyê şehîd Diyar Xerîb ji Nexweşxaneya Şehîd Xebat Dêrik wergirtin û ber bi şehîdgehê ve bi rê ketin.

Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Koçerat Sabir Ciwêl di merasîmê de axivî û got: "Şehadet jiyan e, rêya pêkanîna aştî, ewlehî û sepandina jiyana hevbeş e. Ewladên Kurdistanê di têkoşîna fedaî ya ji bo rûmeta civaka xwe de pêşeng in."

Ji fermandarên QSD’ê Mihyedîn Xêrkê jî anî ziman ku berdêl çi dibe bila bibe ew timî amade ne Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û planên dewleta Tirk a dagirker vala derxin.

Xêrkê wiha berdewam kir: "Divê em hesab ji kesên xiyanetê li xwîna şehîdan dikin û ji bo pêkanîna berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker kar dikin û dibin sedema şehadeta hevreyên me bipirsin. Em ê li hemberî dewleta Tirk a dagirker bibin mertalên xurt û planên wê yên li ser gelê me têk bibin."

Rêvebera Kongra Starê ya Dêrikê Wefa Sabir jî anî ziman ku ew ê têkoşîna li ser xeta şehîdan û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bidomînin.

Piştî axaftinan, wesîqeya şehîd Diyar Xerîb hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên "Şehîd namirin" hat veşartin.