Li Şehbayê ciwan li dijî tecrîdê meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên kantona Efrîn û Şehbayê meşeke girseyî ji bo banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li dar xistin.

Di meşê de ciwanên kantona Efrîn û Şehbayê beşdar bûn. Meşê ji çerxerêya bajarokê Ehdas ê Şehbayê dest pê kir û ber bi gundê Til Qirah ve bi rê ket. 

Li wir endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Abdîn Mihemed pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bang li ciwanan kir ku asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Abdîn di dawiya axaftina xwe de soza şopandina fikrên Rêber Abdullah Ocalan û domandina têkoşînê heta rizgarkirina Efrîna nû kir.