Ji bo şehîdên QSD û Hêzên Ewlekariyê konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo Merwan Oso û Mihemed Şemdîn (Cano) ên di êrîşa DAÎŞ'ê de şehîd bûn, konê sersaxiyê hate vedan.

Endamên saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nûnerên Meclisa Leşkerî ya Hesekê jî di nav de bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Hesekê sersaxî ji malbatên şehîdê QSD’ê Cano (Mihemed Şemdîn) û şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Merwan Oso re xwest.

Konê sersaxiyê yê her du şehîdan li taxa Kebaba ya bajarê Hesekê hate vedan. Li bin û derdora kon wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, şehîd Merwan Oso û şehîd Cano, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin daliqandin.

Di merasîma li bin kon hatî lidarxistin de, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê endama meclisê Rewan Şêxo axivî. Rewan di kesayeta her du şehîdan de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên wan re xwest.

Rewan soza şopandina xeta şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Hesekê Idrîs Oso jî got: "Ji bin vî konî em dengê xwe dighînin tevahî kesên ku hewl didin ewlehî û aramiya herêmên me xirab bikin. Em ji wan re dibêjin şehîdên me ne ji bo berjewendiyên xwe yên kesayetî, lê di rêya parastina vî erdî, gel û kestên wê de, canê xwe feda kirine."

Idrîs Oso anî ziman ku hêzên ewlehiyê û yên leşkerî mertalên parastina vê xakê û gelên wê ye û soza parastina destketiyên şehîdan da.

Di dawiya merasîmê de malbatên şehîd Merwan û şehîd Cano diyar kir ku ew bi QSD û Asayîşê bawer in û soza parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin, da.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Merwan Oso, tevî hevalên xwe Omer Abid û Umran El Hesûnî 26’ê Îlona îsal di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de li ser rêya Hesekê-Holê şehîd dibûn. Şervanê QSD’ê Cano (Mihemed Şemdîn) jî 25’ê Îlonê li ser erka xwe şehîd bibû.