Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî Hilbijartinên Parlamenta Iraqê ku wê 11'ê Mijdara 2025'an pêk were, hesabên PDK'ê yên li ser Şengalê û lîstikên wê daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Weke tê zanîn ev demeke li herêma me di çarçoveya amedekarî kirin ji bo hilbijartinên Iraqê, her aliyeke siyasî û partî xebatên hilbijartinê dimeşînin. Ji bo Êzidiyên Şengalê nûnerên xwe neşînin parlementoyê û tevlî siyasetê nebin, hikûmeta Sûdanî di çarçoveya pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê de biryara girtina PADÊ da ku îradeya siyasî ya Êzidiyan bû.
PDK’ya ku bû sedema fermanê û hîn jî birînên fermanê ne hatiye pêçan, li Şengalê dest bi dek û dolabên hilbijartinê û xapandina civakê kiriye. Weke tê zanîn di dema rejîma rûxiyayî ya Sadam Hisên de gelê me bi armanca bişaftinê bi darê zorê ji gundên xwe hatibûn derxistin. Wê demê mal û milkê wan hatin rûxandin û gelek jî bi zanabûn hatibûn koçberkirin. Piştî rejîma Sadam hilweşiya, rêveberiya nû ya Iraqê biryar da zirer û ziyanên ku rejîma Baas dabû mal û milkên gelê me pêşwazî bike, ji bo vêya jî biryara dayîna 25 milyon dînarê Iraqê bidin, dabûn. Beriya fermanê ku PDK xwe weke nûnerê Êzidiyan dida nîşan, lê rûyê wî yê rast di fermanê de ket, bi navê Êzidiyan beşek ji vî pereyî ji Iraqê girt. Lê tê zanîn sedî yekî vî pereyî da gel, yê din hemû xwar.
Lê niha ku nêzî hilbijartinên parlementoyê Iraqê dibin, PDK bi tifaqên pişt perdeyî, ji bo dengê Êzidiyên Şengalê bigire, dixwaze ev pereyê maye bike amûreke hilbijartinê û li pey fêlên nû ye. Ji bo vêya jî li nava civakê de bi awayên korsan belav dike, ger bîtaqeyên hilbijartinê bînin, ewê heqê wan yê maye ji Iraqê bigirin û bidin wan.
Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê bang li gelê xwe dikin, bi van dek û dolabên PDK’ê nexapin, timî rola wê ya di fermana 2014’an de bînin bîra xwe, dîsa bizanin bi peymana 9’ê Cotmehê çi anî serî Şengalê. Divê were zanîn PDK timî berjewendîparêz nêzî Êzidiyan bûye, tu gavek wê bê hesap û bêberamber nebûye. Ji ber vê rastiyê PDK nikare nûnertiya civaka Êzidî bike. Her ferdekî civaka me ku di fermanê de PDK’ê nas kir, divê neyê xapandin.
Di vir mijareke din a balkêş jî ewe ku li gorî biryara Iraqê Iraq gotibû ezê 25 milyon dînar bidim, lê PDK dibêje emê ji were 10 milyon dînar bînin. Başe divê were pirsîn, 15 milyonên din diçe kuderê, eşkereye ku dê wê jî bixwe.
Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê ji dewleta Iraqê re dibêjin, tu peywendiya PDK’ê bi civaka Êizdî nîne, civaka me qebûl nake hun wê pereyî bidin PDK’ê. Eger dê ew pere were dayîn jî divê bi rêya saziyên fermî yên dewletê û bêyku bibe amûrek ji hilbijartinê re ji bo gelê me were dayîn. Ev erk û wezîfeya dewletêye, ne ya partiyeke ku li ser gel belav bike.
Di demek ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi piraniya xwe ji PDK’ê pêktê, nikare meaşê karmendên xwe bide û bi hezaran kes mexdûr kiriye, çawa dikare pereyê Êzidiyên Şengalê bide? Ev bixwe jî dide nîşan k udi navê de fêl û xapandineke mezin heye.
Madem dixwaze bi gel re bibe alîkar û eger armanc ne careke din xespkirina dengê gel be, çima bîtaqeyên (kart) hilbijartinê dixwaze! Biqasî agahiya me heye, Iraq pere jî ne daye, ev hemû lîstikên hilbijartinê yên PDK’ê ye, eger tiştek wisa jî hebe, tifaqên pişt perdeyî û ne rewa yên hilbijartinê ye.
Em careke din bang li gelê xwe dikin, tu kes careke din bi van lîstikên PDK’ê ne xapin. Eger dê ev heq were girtin jî divê hikûmeta navendî ya Iraqê bi rêya saziyên xwe yên fermî bide, ne bikin amûra hilbijartinê, ji bo jixwere şixûlandina dengên Êzidiyan."