BI DÎMEN

Li kantona Firatê amadekariyên Festîvala Şehîd Bawer Agir

Li kantona Firatê Festîvala Şehîd Bawer Agir wê cara 5'emîn bê lidarxistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên kantona Firatê 5'emîn festîvala Şehîd Bawer Agir lidar dixin.

Festîval wê di bin dirûşmeyan "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" û "Bi rihê ciwanan em ê Cenga Azadiyê bi ser bixin", di 12 û 13'ê Cotmehê de li bajarê Kobanê pêk were. 

Festîval wê di roja yekemîn de bernameya xwe bi aktîvîteyên werzîşî saet di 10:00 de dest pê bike. Saet di 16:00 de jî wê Tîma Şimal û Tîma Kobanê li yaregha Gole maçekê bilîzin.

Roja duyemîn a festîvalê wê li Qada Jina Azad saet di 16:00 de bi bernameyeke hunerî dewam bike.

Di serî de, wê sînevîzyonekî li ser jiyan û tekoşîna Şehîd Bawer Agir were nîşandan.

Her wiha Koma Cûdî, Koma Ciwanên Şoreşger, komên dengbêjî, koma şano ya Bavê Teyar, komên govendê, Awazê YPG, Aycan Kobanê û hunermede Hesen Dêrîkî wê hunera xwe pêşkêş bikin.

Yekîtiya Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jin ên Ciwan bi daxuyaniyekê banga tevlîbûnê li şêniyên kantona Firatê kirin.