BI DÎMEN

72 milyon 432 hezar lître mazot li 241 hezar 440 malbatan hat belavkirin

Rêveberiya Xweser li hemberî zor û zehmetiyên zivistanê hewl dide alîkariyê bi gelên herêmê re bike. Bi vê armancê Rêveberiya Sotemeniyê ya Kantona Cizîrê 72 milyon 432 hezar lître mazot li 241 hezar 440 malbatên kantonê belav kir.

Her sal berî ku demsala zivistanê destpê bike ferdên malbatê amadakariyên cur bi cur dikin û her havînê dikevin nava liv û tevgerê de da ku zor û zehmetiya zivistanê derbas bikin. Xwarinên ku ji bo demsala zivistanê tê hişkirin mîna dimsa îsot û bacanê sor, bamî, pelê rêza, penêr, kelandina genim, zeytûn, mekdûs, rûnê nivîşk, bacanê reş, tirşî û gelek cûre tên amadekirin.

SEDEMA ZEHMETIYAN ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK E  

Şerê ku ji aliyê dewleta Tirk ve li ser heremê tê meşandin û ambargoya ku li ser heremê tê zêdekirin di salên dawî de şert û mercên jiyanê guhertiye. Bandora şerê ku tê meşandin û dorpêça heyî ya li ser heremên Rêveberiya Xweser di nav bazarê de nirxê pêdîviyên jiyanê bilind kiriye. Ji ber wê jî amadekariyên demsala zivistanê her ku diçe kêm dibe. Ev jî dihêle ku malbat amadekariyan nekin ango kêm bikin. Li kêleka amadekariyên demsala zivistanê mijarek din a zehmetî tê kişandin peydakirina sotemeniyê ye. Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser heremê bi taybetî êrîşên ku sala 2023’an de pêk hat bandor li binesaziya herêmê kir. Êrîş bûn sedem ku mazota ji bo zivistanê kêm bibe.

Li gorî agahiyên ku me ji Rêveberiya Sotemeniyê ya Kantona Cizîrê girtiye ji 1'ê Hezîrana 2024'an û pê ve dest bi belavkirina mazota zivistanê hatiye kirin. Her wiha her malbatek 300 lître mazot wergirtine û ew jî bi nirxê 7 sent e. Belavkirina mazotê jî heta dîroka yekî Çileya 2025’an wê bidome. 

LI GORÎ BAJARAN BELAVKIRINA MAZOTÊ

Li gor agahiyên ku me ji Rêveberiya Sotemeniyê ya Kantona Cizîrê girtiye:  Li bajarê Hesekê  17 milyon 942 hezar û 100 lître mazot li 59 hezar û 807, li bajarê Qamişlo 13 milyon 235 hezar û 100 lître mazot li 44 hezar 117 malbatan, li bajarê Şedadê 4 milyon 816 hezar û 500 lître mazot li hezar û 55, li bajarê Til Hemîs 3 milyon 922 hezar û 200 lître mazot li 13 hezar û 74, li bajarê Dirbêsiyê 3 milyon 84 hezar û 600 lître mazot li 10 hezar 282,  li bajarê  Merkede 2 milyon 959 hezar û 500 lître mazot li 9 hezar û 865, li bajarê Tirbêsipiyê 2 milyon 880 hezar û 300 lître mazot li 9 hezar û 601, li Amûdê 2 milyon 785 hezar û 500 lître mazot 9 hezar 285, Li navçeya Til Birak 2 milyon 477 hezar û 700 lître mazot 559,  li bajarê Dêrik 2 milyon 477 hezar û 400 lître mazot li 8 hezar 258, li Çilaxa 2 milyon 328 hezar 300 lître mazot li 7 hezar 761, li bajarê Til Koçer 2 milyon 306 hezar 400 lître mazot 7 hezar 688, li Erîşê 2 milyon 298 hezar û 600 lître mazot 7 hezar 662, li Til Temir 2 milyon 32 hezar û 800 lître mazot 6 hezar 776, li bajarê Girkê Legê 2 milyon 23 hezar 500 lître mazot 6 hezar 745, li Sêgirê milyonek 347 hezar û 600 lître mazot 4 hezar 492, li Holê milyonek 307 hezar û 400 lître mazot 4 hezar 358, li Koçerata milyonek 96 hezar û 500 lître mazot 3 hezar 655, li Zirgan milyonek 20 hezar lître mazot 3 hezar û 400 malan hat belav kirin. 

Bi giştî hejmara lîtreya mazota zivistanê a li Kantona Cizîrê hatiye belav kirin 72 milyon 432 hezar e. Hejmara malbatên ku mazot wergirtine jî 241 hezar û 440 e.

DIXWAZE DEMSALA ZIVISTANÊ BAŞ DERBAS BIBE

Girêdayî mijarê ji şêniyên herêmê Leyla Silêman û Gulistan Mehmûd ji ajansê me re axivî. 

Leyla Silêman balkişand li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û zehmetiyên ku rû didin wiha behs kir, “Em li ber demsala zivistanê ne. Me niha da destpê amedekariyên xweyên zivistanê kirine. Ji ber ku demsala zivistanê demdirêj e û peyda kirina tiştan zehmet e. Zehmetiyên me yê vê salê bûhabûna mûnetê bû. Her wiha êrîşên dewleta Tirk ji bû sedemek mezin ji van zehmetiyan re. Ji ber van êrîşan sotemenî jî bi rêjeyek kêm hat belavkirin. Daxwaza me ku Sotemenî carek din li me were belav kirin da ku em zivistana xwe biqedînin.”

JI BER ŞER ZEXTEK ABORÎ HEYE

Gulistan Mehmûd jî da zanîn ku wek demên berê nikare hemû cûreyê mûnet çêbike tenê li gorî pêwîstiyên malbata xwe çêkiriye. Gulistan Mehmûd wiha axaftina xwe berdewam kir, “Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser saziyên xizmitguzariyê yên Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hişt ku sotemenî bi rêjeyek kêm li şêneyan re were belavkirin. Ji ber wê di zivistanê de sotemenî ji bo me bûye xem. Her wiha li gorî salên borî pêwîstiyên xwe mûnetê me pir kêm pêkanî. Rastî jî zextek aborî mezin ji bo malbatên xizan û koçberan heye. Em nizanin di vê zivistanê de çawa zarokên xwe ji sermayê biparêzin.”

JI SEDEMA ÊRÎŞAN MAZOT KÊM HAT BELAVKIRIN

Hevserokê Rêveberiya Sotemeniyê ya Kantona Cizîrê Ciwan Îbrahîm diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser binesaziyên herêmê, zehmetiyek pir mezin di milê belavkirina mazota zivistanê bi xwe re anî û wiha axivî, “Ji destpêka salê ve dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ranewestandiye. Her wiha bi taybet binesaziyên herêmê dike hedef. Ev jî bû sedema ku her malbatek 300 lître mazota zivistanê werbigre. Em dizanin ev rêje ji bo malbatan kême û wê bi zehmetî were derbas kirin. Rêveberiya Sotemeniyê ya giştî  jî hemû hewledanên xwe dike kû kêmanî di vî milî de dernekevin. Belavkirina mazota zivistanê hîn berdewam e. Heta mazot hemû malbatên di Kantona Cizîrê de dijîn were belavkirin, 850 milyon lître mazot pêwîst e. Her wiha di milê malbatên koçber de jî em zehmetiya dikşînin. Ji ber  ku gelek malbat nasnameyên wan li cihê şer mane û koçberî vir bûne. Hewildanên me jî ewe ku berî deslala zivistanê were 300 lître mazot li hemû malbatan belav bikin.”

LI GORÎ DERFETAN TEVDIGERIN

Ciwan Îbrahîm got, wan destpêkê ji cihê bingehîn re mazot belav kirin, wek aşê genim, jeneratorên kehrebe yên kolanan, cihê avê, cihê kaziyê erebeyan û malbatan. Ciwan Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em li gor derfetên di destê Rêveberiya Xweser de tevdigerin. Eger amûrên pêşketî ji bo derxistina rêjeyek baş ya mazotê di destê me de çêbû wê demê em dikarin rêjeyê lîtreê ji bo malbatan zêde bikin. Em dizanin ku gelê Herêma Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê bi giştî ketine ferqa ku ev hemû zehmetiyn ku tên jiyîn sedema wê êrîşên dewleta Tirk e.”