3 hezar û 230 kes ji Lubnanê hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Ji ber dijwarbûna şerê navbera Îsraîl û Hizbûllahê 3 hezar û 218 Sûriyeyî û 12 Lubnanî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Her wiha 7 cenaze anîn herêmê.

Di encama şerê Îsraîl û Hemasê de ku ji duşema borî ve gurtir bûye, bi deh hezaran Sûriyeyî û Lubnanî dixwazin bên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh ji bo pêşwazkirina kesên ji Lubnanê tên, maseya krîzê ava kir, ji bo kesên ji derveyî herêmê jî navendên bicihkirinê veqetandin. Maseya Krîzê li deriyên sînor ên Tebqa û Tahiye yê li Minbicê pêşwazkirina penaberên ji Lubnanê tên, didomîne.

Di 2 rojan de 847 mêr û hezar û 93 jin, 402 zarok, 6 cenaze û 11 lubnanî, di deriyê Tebqayê re hatin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Her wiha 887 kes û cenazeyek di rêya deriyê Tahiye re derbasî Minbicê bûne.

Maseya krîzê ji bo kesên ji Lubnanê tên, kampan ava dike û xizmetan pêşkêş dike. Penaberên ku xizmetên wan li herêmê nîn in, dê veguhêzin kampên Rêveberiya Xweser.