YPJ’ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê nasnameyên 3 şehîdên xwe yên ku di cih û dîrokên cuda de şehîd bûne, eşkere kir.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û di daxuyaniyê de nasnameyên 3 şehîdên xwe yên ku di cih û dîrokên cuda de şehîd bûne, eşkere kir.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

"Tekoşîna azadiyê di nava refên xwe de gelek leheng û qehremanan dihewîne. Keç û xortên wêrek ji bo azadî û serxwebûna welat bi fedakariyeke mezin têkoşîn dikin da ku jiyana azad û demokratîk mîsoger bikin. Helbet ev biryardariya bilind ya civaka me xwe dispêre dîrokeke tijî serhildan û berxwedan. Ji ber vê yekê jî her tevlîbûn û biryardariya ku ji bo pêşerojê tê dayîn, di nava xwe de serpêhatiyên qedir bilind dihewîne.

Şoreşa Rojava ya Kurdistanê ji bo tevahî gelên bindest, derfeta nû de xwe rêxistin kirinê avakir. Şoreş ji bo tevahî parçêyên Kurdistanê bû mîzgîniya jiyaneke nû. Ji bo bidestxistina mafên gelan li hemberî feraseta mêr dewlet ya ku rûporoşa DAÎŞ’ê avêtiyê li ser rûyê xwe heta roja me ye îro jî tekoşîneke bê eman tê meşandin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re sînorên netew dewlet ji holê rabû û tevahî gelên cîhanê yên ku daxwaza azadî û wekheviyê dikin, bûn yek rûh û yek dil. Ev heqîqeta Şoreşa Jin bi tevlîbûna jinên ciwan re vegûherî enerjiyeke bilind ya avakirina pergala netewa demokratîk.

Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de gelê me yê Bakurê Kurdistanê bi biryardariyeke bilind bê rawestan şerekî bê eman dane meşandin û heta roja îro jî ev tekoşîn li hemberî pergala qirker ya komara tirkiyê didome. Çanda berxwedanê ya gelê me yê Bakûrê Kurdistanê di têşe girtina jin û ciwanan de risteke diyarker dileyize. Hevrêyên me Berwar, Şîmal û Arjîn jî li hemberî pergala qirker ya Tirk, bûn xwedî helwest û ji bo ava kirina civakeke azad û demokratîk berê xwe dan Şoreşa Rojaveyê Kurdistanê. Pergala hegemon bi polîtîkaya parçe bike û rêvedibe re Kurdistan dagirkir kir û qirkirina gelê Kurd jî weke bekaya xwe bi nav kir. Lê ev feraseta ku ji mirovbûnê dûr rastî bertekên ciwanan tê, bi taybet jî jin bi cih girtina xwe ye di nava refên YPJ’ê re îdealên jiyana komînal bi avayekî şênber datînin holê.

Hevrêyên me Berwar, Şîmal û Arjîn di dîrokên cuda de di pêngavên rizgar kirinê de şehîd bûn û tevlî karwanên nemiran bûn.

Hevrêya me ya Helîme Yaşar bi nasnav Berwar Dilxwaz ji navçeya Geverê ya bajarê Colemergê a Bakûrê Kurdistanê ye. Hevrê Berwar di sala 2011’an de berê xwe da nava refên tekoşîna azadiya Kurdistanê. Bi pêşketina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jî di eniyên cengê yên Rojavayê Kurdistanê de cihê xwe girt. Hevrê Berwar bi ruhekî heta dawiyê fedakar, bi îdealên bilind yên jiyana azad kelecaneke mezin tekoşîn kir. Di sala 2014’an de jî dema ku li eniyên Til Koçer li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê parastina rûmeta gelê xwe dikir, şehîd bû.

Hevrêya me ya Surgun Taş bi nasnav Arjîn Mêrdîn di sala 2014’an de ji Bakûrê Kurdistanê bi ruhê berpirsyartiya netewî berê xwe de nava refên YPJ’ê. Rêwîtiya hevrê Arjîn ji bo Rojavayê Kurdistanê di temenekî ciwan de dest pê kir. Ev ruhê ciwantiya hevrê Arjîn di her kêliyê ku jiya, teyîsandina xwe li jiyanê dikir. Her çiqas demek pir kûrt be jî lê ji bo bi destxistina azadiya gelê xwe bû xwedî kedeke mezin. Bi vê biryardariyê di tevlî pêngavên rizgar kirinê bû û di 11’ê Çileya sala 2016’an de li Dêrikê tevlî karwanên nemiran bû.

Hevrêya me Sevgî Bahar Yildiz bi nasnav Şîmal Zîlan jî ji navçeya Başkalê ya Wanê ye. Welatparêziya gelê me yê Wanê di kesayeta hevrê ya me Şîmal de jî bi avayekî şênber xwe diteyîsand. Daxwaze herî mezin ya hevrê Şîmal azadiya Rêber Apo bûbû, ji bo vê yeke jî tevlî nava refên şoreşê dibe. Hevrê Şîmal di eniyên cengê de li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê şer kir. Li hemberî tarîtiya serdemê bû yek jî şervanên ronahiyê ku temsîla wekhevî û azadiyê dikin. Hevrê ya me Şîmal di dema pêngava rizgarkirina Holê de 3’yê Adara sala 2016’an de tevlî karwanên nemiran bû.

Em weke Yekîneyên Parastina Jin îro tekoşîna ku hevalên me dane meşandin ji bo xwe weke mîrateyeke qedirbilind dibînin. Em di serî de ji bo malbatên hêja yên hevrêyên xwe Berwar, Şîmal, Arjîn û tevahî gelê xwe yê welatparêz sersaxiyê dixwazin. Em cardin ji bo mayînde kirina şoreşa Jin a Rojava soza bilind kirina tekoşînê didin.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ye:

Nasnav: Berwar Dilxwaz

Nav û paşnav: Helîme Yaşar

 Navê dayik: Narinc

Navê bav: Recep

Cih û dîroka şehadetê: Til Koçer / 02-01-2014

 

Nasnav: Arjîn Mêrdîn

Nav û paşnav: Surgun Taş

Navê dayik: Fatma

Navê bav: Cafer

Cih û dîroka şehadetê: Dêrik / 11-01-2015

 

Nasnav: Şîmal Zîlan

Nav û paşnav: Sevgî Bahar Yildiz

 Navê dayik: Feleknaz

Navê bav: Abdilbaqî

Cih û dîroka şehadetê: Hol / 03-03-2016."