Bi hezaran kes ji Lubnanê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn

Li gorî rayedarên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî êrîşên Îsraîlê ji deriyên sînor ên Tahiye yê Minbicê û Tebqayê nêzî 8 hezar kes derbas bûn. Hate ragihandin ku 9 cenaze jî hatin derbaskirin.

Maseya krîzê li deriyên sînor ên Tebqa û Tahiye yê Minbicê pêşwazîkirina kesên ji Lubnanê têne herêmê didomîne.

Di çend rojên dawîn de 7 hezar û 703 sûriyeyî tevî 22 lubnanî di her du deriyên sînor re derbasî herêmê bûne. Her wiha 12 cenazeyên welatiyên ji Reqa, Tebqa û Minbicê yên ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de hatine kuştin, derbas bûn.

Di encama şerê Îsraîl û Hizbullahê de bi deh hezaran sûriyeyî ji bo kar çûne Lubnanê, vegeriyan welatê xwe.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Lubnanê di 24’ê Îlonê de ji bo şopandina kar û barên penaberên ji herêmê yên ku dixwazin vegerin, komîteyek ava kir.

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 29’ê Îlonê ji bo pêşwazkirina kesên ji Lubnanê tên maseya krîzê ava kir. Ji bo kesên ji derveyî herêmê jî navendên bicihkirinê veqetandin.

Maseya krîzê ji bo kesên ji Lubnanê tên, kampan ava dike û xizmetan pêşkêş dike. Penaberên ku xizmên wan li herêmê nîn in, dê veguhêzin kampa Ednayê ya li Reqayê û kampên Erîşe û Roj ên li kantona Cizîrê.