HDK’ê bi wesîleya Rojiya Mûharremê daxuyanî da
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi wesîleya Rojiya Mûharremê ku ji aliye civakên Elewî û Şîe (Caferî) ve hatiye dest pê kirin û 12 roj didome, daxuyanî da.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi wesîleya Rojiya Mûharremê ku ji aliye civakên Elewî û Şîe (Caferî) ve hatiye dest pê kirin û 12 roj didome, daxuyanî da.
HDK’ê di daxuyaniyekê de ku bi wesîleya Rojiya Mûherremê hat weşandin, diyar kir ku Kerbela sembola berxwedan û rûbirûbûna di navbera zordar û bindestan de ye.
HDK’ê, destnîşan kir ku Kerbela ne tenê bûyereke dîrokî ye, di heman demê de sembola hemû komkujiyên ji Koçgirî heta Dersimê, ji Mereşê heta Sêwasê û ji Roboskî heta Gezî hatine kirin e.
HDK'ê, da zanîn ku avakirina sîstemeke demokratîk a ku gel û baweriyên li Rojhilata Navîn dikarin di avabûneke pirçandî de bi hev re bijîn, karekî hevpar e. Di daxuyaniyê de hat gotin, 'Rêya Ber bi Komara Demokratîk ancax bi avakirina Civaka Demokratîk dikare pêkan be.'
Daxuyanî bi hêviya Rojiya Mûharremê werin qebûlkirin bi dawî bû.