Li Meksîkayê di dema pîrozbahiyê de êrîş: 11 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
Li eyaleta Guanajuato ya Meksîkayê, di dema pîrozbahiya li taxekê de êrîşeke çekdarî hate kirin. Di encamê de êrişê de 11 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.
Li eyaleta Guanajuato ya Meksîkayê, di dema pîrozbahiya li taxekê de êrîşeke çekdarî hate kirin. Di encamê de êrişê de 11 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya hikumeta xwecihî, êrîş şeva Sêşemê li Irapuato pêk hat. Irapuato weke bajarên din ên eyaleta Guanajuatoyê qadeke ji şerê navbera du kartelan e.
Rayedaran diyar kirin ku di êrîşê de 11 kes mirin, 20 kes jî birîndar bûn. Serokkomar Meksîkayê Claudia Sheinbaumê anî ziman ku 'şerek qewimî' ku tê de zarok jî hatin kuştin. Dozgeriya Guanajuatoyê ku lêpirsînê dimeşîne, diyar kir ku di nava qurbaniyan de tenê zarokek 17 salî heye.
Li gorî medya Meksîkayê kesên bi çek di dema pîrozbahiya Roja Azîz John de êrîş kirin. Di dîmen de tê dîtin ku dema mirov dansê dikin gule tê reşandin û mirov belav dibin.
Sala 2024'an Guanajuato bû eyaleta herî zêde bûyerên kuştinê li Meksîkayê lê rû da. Li gorî daneyên fermî, li vê eyaletê 3 hezar û 151 kes hatin kuştin.