QSD: 3 wesayitên artêşa Tirk hatin rûxandin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir, di şerê duh de 3 wesayitên artêşa Tirk hatine rûxandin.
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir, di şerê duh de 3 wesayitên artêşa Tirk hatine rûxandin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bîlançoya şerê duh eşkere kir.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
"Eniya Mabata: Danê sibehê şer derket û heta êvarê dewam kir. Topbaran û êrîşa bi çekên giran a dijmin bê navber dewam kir.
Eniya Raco: Helîkopterên Kobra derdora Raco û Girê Ker, Girê Omera bombebaran kirin. Danê nîvro jî dijminê êrîşkar hewl da derbasî herêmê bibe û êrîşî girê Ker kir. Şervanan bersiva wan dan û êrîşa wan têk birin. Li aliyê din şervanên me bendozerek dijmin di van êrîşan de rûxandin. Piştî şer dijminê êrîşkar Raco û gundên wê bê ser û ber topbaran kirin. Di encamê de 3 welatiyên sivîl bi giranî birîndar bûn.
Li Eniya gundê Şadiya jî şervanên me li dijî karwanekî leşkerî ya dijmin ku ji 5 wesayitên leşkerî yên doçka li ser pêk dihat, çalakî pêk anîn. Di encamê de 3 wesayit bi temamî hatin rûxandin, her wiha ziyanek mezin gihişt her du wesayitên din. Koma me ya çalakiyê bê tu ziyan pê re çêbibe vegeriyan bargeha xwe. Li cihê êrîşa şervanên me tevgera ambûlansan a zêde diyar bû.
Eniya Meydankê: Balafirên dagirkeriya Tirk li vê eniyê bomberdûman kirin. Ti ziyan di nava hêzên me de çênebû.
Eniya Bilbilê: Artêşa Tirk a êrîşkar gundên Topal, Xolka û Şêxworza topbaran kir. Hêzên me danê êvarê bersiva êrîşkaran dan û li dijî qereqola beranberî gundê Topbal çalakî pêk anîn. Di encamê de ziyan li qereqolê çêbû.
Eniya Şera: Artêşa Tirk a dagirker girê Bafûlin, Dekîmdaş û Erebwêran bi top û tangan topbaran kir.
Eniya Şêrawa: Şervanên me 2 wesayitên teroristan ên li eniya Keleha Semanê kirin hedef. Di encamê de yek bû hedefa guleyên şervanan û ya din ji herêmê reviya.
Eniya Cindirêsê: Artêşa Tirk a dagirker careke din Cindirêsê û gundê Hemamê bi hemû cûreyên çekên giran topbaran kir. Terorîstan her wiha gundê Til Silûr bi çekên doçka gulebaran kirin.
Kantona Şehba: Terorîstan (Diri El-Firat /DAIŞ) xwestin li eniya Şehbayê pêş ve werin. Şervanên me hêzên kirin hedef û şerekî dem dirêj derket. Terorîst neçar man ji herêmê birevin."