YPG: Avesta wê navê berxwedana me be

Fermandariya Giştî ya YPG'ê destnîşan kir, şervana YPJ'ê Avesta Xabûr a li dijî hêzên dagirker çalakiya fedayî kir, wê navê berxwedana wan a li dijî êrîşên dagirker be.

Fermandariya Giştî ya YPG'ê li ser şehadeta Avesta Xabûr daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Efrîn wê heta serketinê li ber xwe bide. Avesta Xabûr wê navê vê berxwedanê be."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Efrînê meşaleya berxwedanê ji Kobanê girtiye û bi xwîna 'şehîdên leheng' ronî bûye. Di daxuyaniya YPG'ê de hat gotin, "Bi xwîna şehîdan li dijî dagirker û terorîstan destanên lehengiyê tên nivîsandin. Îro dîsa gelek leheng li ser erdê Efrînê bi fedakariyê ber bi ezmanê azadiyê ve çûn. Di Berxwedana Serdemê de ku hetiye hefteya duyemîn, li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê berxwedaneke bi lehengî tê dayin."

Di daxuyaniya YPG'ê de li ser Avesta Xabûr ev nirxandin hate kirin:

AVESTA XABÛR RÊ NEDA DIJMIN

"Şehîda leheng Avesta Xabûr, şervanan YPJ û endama YEkîneyên Antî Teror (YAT) şervanek xwedî cesaret bû û rojekê jî ji pêkanîna erka xwe gav paş de ne avêt.  Niha jî canê xwe kir pirek pîroz da ku rê nede artêşa Erdogan û terorîstên wî ku bikevin Efrîn a bi ewle.

Bi şehadeta şervana leheng Avesta Xabûr re Berxwedana Serdemê li dijî şerê qirêj ket qonaxeke nû. Şerê qirêj di encama komploya çend dewletan de li ser gelê me hatiye ferzkirin. Planên wan li dûrî hesabên gelê me û jiyana wê ya bi rûmet û dûrî biratiya gelê Sûriyeyê pêk hatiye. Îro bi şehadeta Avesta Xabûr em ketin qonaxeke nû ya berxwedanê, ew jî wê serketina di şer de wê bi ruhê fedekarî, pêşketin û êrîşa li dijî dijmin û terorîstan pêk tê.

Şehadeta hevala me Avesta Xabûr ji me re bû nameyek ku em berxwedana û tekoşîna xwe ya li dijî dagirker û êrîşkaran xurtir bikin û bi hemû şêwazan ji hemû cîhanê re isbat bikin ku em fedayiyên jiyana azad in. Em ê qebûl nekin ku bê azadî bijîn. Heta em canê xwe ji bo pêkanîna wê feda bikin.

GELÊ BAKURÊ SÛRIYEYÊ BI HÊZA XWE ŞER KIR

Gelê me li Bakurê Sûriyeyê ku xwest bi rengekî azad bijî û bibe rêberê xwe, nema koleyê ti aliyan û nekeve hesabên bazarên siyasî yên dewletên niha şer dikin, xwest ku hêza xwe ya xweser bi destpêka tevgera gel û buhara gelan re vakir. Bingeha xweparastina rewa esas girt û bingeha sereke ya hêzên xwe ku îro li dijî artêşa herî dijwar a Rojhilata Navîn û li dijî teroristên ku welat derbas kirin û artêş têk birin me li ber xwe da.

NIKARIN BI PÊŞ VE BIÇIN

Hêza me ya berxwedêr, hevrêya me ya fedayî Avesta Xabûr êrîşên artêşa Tirk û terorîstên wê yên El Qaîdeyê şikandin. Tevî ku bi rengekî li dijî pîvanên şer û li derveyî exlaqê bi çekên giran êrîş dikin jî nikarin bi pêş ve biçin.

Artêşa faşîst û çeteyên wê ku mîna kanserê li Sûriyeyê belav bûne, wê li bin guhê berxwedaneke dîrokî ya mîna Kobanê bikevin.

BERXWEDAN WÊ HETA SERKETINÊ BIDOME

Efrîna ku darên wê bi xwîna şehîdên me wekî şehîd Avesta Xabûr hate avdan, wê heta serektinê li ber xwe bide. Me biryara ku em ê liber xwe bidin û li pişt hemû kevir û daran em ê li dijî wan bin, li her gund, kolan, mal û cihekî emê derbeyên giran ên têkçûnê li wan bixin. Çawa dewleta wan a nexwe  (seltena Osmanî) ket wê Erdoganê nexweş û dîn wê li hîma berxwedana Efrînê bikeve.

Em wekî Fermandariya Giştî ya YPG’ê soz didin gelê xwe ku wê Fedekar Avesta Xabûr bibe sembolek û findek ku riya me ya çûyîna ser dijim ronî bike. Her şervanek me wê bibe fedayîyeî di ber gel û xaka xwe de.  Em ê heta dawî girêdayî rihê fedekarî yê têkbirina Artêaş Erdogan û çeteyên wî bin. Em ê mizgîniya serketina wefedariya bi xwîna şehîdên xwe re ji gelê xwe re pêşkêş bikin."