Li Racoyê şer: Hêzên dagirker qadên sîvîl bomberdûman dike
Li derdora Racoyê şerê giran didome. Hêzên dagirker, bi tankan li gara rêwiyan da.
Li derdora Racoyê şerê giran didome. Hêzên dagirker, bi tankan li gara rêwiyan da.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên OSO’yê yên ku berê endamên DAÎŞ-Nûsrayê bûn qadên sîvîl dikin hedef.
Gara rêwiyan a li navçeya Racoyê ya Efrînê bi tankan hate bomberdûmankirin. Têkildarî windahiyên can tu agahî nehatin stendin û hate diyarkirin ku gar rûxiyaye û êdî nikare were bikaranîn.
Hat ragihandin ku li gundê Kevirê Ker ê Racoyê di navbera artêşa Tirk a dagirker û şervanên QSD’ê de şerekî giran heye.