Li Rojava dewleta Tirk bi çalakiyên girseyî hate protestokirin

Êrîşên dagirker ên dewleta Tirkiyê yên li hemberî Efrînê li gelek bajarên Rojava bi meş û mitîngan hatin şermezarkirin.

Bi hezaran kesan li qadan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kir û berxwedaniya serdemê silav kirin.

SÎRÎN

Bi hezaran şêniyên herêma Sirînê bi meşekê piştgirî da Berxwedana Serdemê ya Efrînê kirin. Meş ji ber avahiya Şaredariya Gel a Sirînê hate destpêkirin û bi sedan mamoste ji herêma Sirîn û bajarê Kobanê tevlî meşê bûn. Di meşê de pankêrta rawestandina komkujiyên dewleta Tirk li herêma Efrînê û silavkirina Berxwedana Serdemê hatibû vekirin.

Meş li daketina bajarê Sirînê veguherî mîtîngê. Mîtîng bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Paşê, bi navê mamosteyên herêma Sirînê mamoste Ednan Heso axivî û careke din piştgiriya xwe ji bo berxwedana Efrînê anî ziman û got ku ew wekî pêkhateya Ereb dagirkeriya Tirkiyê li ser Sûriyeyê red dikin.

Mîtîng bi siloganên silavkirina berxwedana şervanên QSD`ê bi dawî bû.

QAMIŞLO

Li Qamişlo jî welatiyên Ereb ên herêma Cizîrê li qadan bûn. Bi sedan welatiyên Ereb ên herêma Cizîrê ji bo şeremezarkirina êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê Mecîd El-Casim ve hate xwendin.

Mecîd El-Casim êrîşên dewleta Tirk nirxand û anî ziman ku QSD‘ê li Bakurê Sûriyeyê serkeftinên mezin pêk tîne, dîktatoriya Osmanî di şexsê Erdogan de û hikûmeta wî de li pêşiya aşîtî û ewlehiya Sûriyê bûne kelem. El-Casim got ku hikûmeta Erdogan piştgirî dida terora DAÎŞ û Cebhet El-Nusra. Di berdewamiya daxuyaniyê de bal kişand ser ku Erdogan bi êrîşên li hember Efrînê hewl dide armancên DAÎŞ‘ê yên têkçûyî bi cih bîne û got “armanca Erdogan kuştin, qetilkirin, talankirin û koçberkirin e.” Mecîd El-Casim bi navê pêkhateyên Ereb ê herêma Cizîrê û Bakurê Sûriyeyê êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û bang li hemû pêkhateyên wê kir ku li hemberî êrîşan yekparebûna xwe xurt bikin. Mecîd El-Casim di her wiha got “Erka me ye wekî pêkhateyên Ereb ku piştgiriyê bidin, QSD, YPG û YPJ‘ê û berxwedana Efrînê, da ku bigihêjin Sûriyeyeke demokratîk û azad a li ser bingeha biratiya gelan.”

AMÛDÊ

Li navçeya Qamişlo Amûdê jî gel li dijî êrîşên dewleta Tirk daketin kolanan. Zêdeyî hezar şagirt û mamoste li qada Şehîd Cîhad li hev kom bûm û gotin ʺEm di wê baweriyê de ne ku wê Efrîn bi ser bikeve.ʺ Xwendekar û mamosteyên navçeya Amûdê alên QSD, YPG, YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtibûn, ji Qada Şehîd Cîhad a navçeyê dest bi meşê kirin. Meşvanan bê navber bi dûrişmeyan berxwedana gelê Efrînê silav kirin.

Meş li Qada Jina Azad veguherî mitîngê. Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê, daxuyaniyeke li ser navê mamoste û xwendekaran hate dayîn. Di  daxuyaniyê de êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hate şermezarkirin.

Mitîng bi dûrişmeyan qediya.

ŞEDADÊ

Li navçeya Hesekê Şedadê gel daket kolanan û piştgirî da berxwedana QSD’ê ya li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk.  Meşê ji navenda YCR′ê dest pê kir. Meşvanan pankartên ″Wê Efrîn ji faşîzma Erdogan re bibe goristan″ û ″Erdogan kujerê zarokan e″ vekiri û heta navenda navçeyê meşiyan. Li wir li ser navê TEV-DEM′ê Hejar Mehmûd axivî û di axaftina xwe de berxwedana gelê Efrînê û QSD′ê silav kir. Hejar Mehmûd wiha dewam kir ″Efrîna ku warê bi hezaran koçberan bû, ji aliyê Erdoganê faşîst ve tê hedefgirtin.″

Endamê Meclîsa navçeya Şedadê Silêman Derwîş jî got ku ew amade ne, çekê hilgirin, beşdarî Berxwedana Serdemê bibin û Efrînê biparêzin. Her wiha Endama Şaredariya Gel a navçeyê Şîham Hemed jî da zanîn ku Efrîn beşek ji Sûriyê ye û got ku gelên navçeyê û Erîş û destwerdanên derve qebûl nakin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.