Artêşa Tirk a dagirker li Girê Spî sivîlek birîndar kir
Artêşa Tirk a dagirker li Girê Spî li taxa El Çarx sivîlek birîndar kir.
Artêşa Tirk a dagirker li Girê Spî li taxa El Çarx sivîlek birîndar kir.
Êrîşên dagirker ên artêşa Tirk ên li ser sînorên Bakurê Sûriyê didomin. Leşkerên Tirk sivîlekî bi navê Ednan Mihemed Seîd ( 35) ku li gundê El Çarx li ber mala xwe rûniştî birîndar kir. Seîd rakirin nexweşxaneya Girê Spî.
Rayedarên nexweşxaneyê diyar kirin ku rewşa Seîd baş e.
Balafirên şer ên Tirk li Efrîn Cindirêsê jî wesayiteke sivîlan kirin hedef û 3 sivîl bi giranî birîndar kiribûn.