Balafirên şer ên Tirk li Cindirêsê li wesayita sivîlan xist
QSD’ê diyar kir ku balafirên şer ên Tirk li Cindirêsê wesayita sivîlan bombe kiriye.
QSD’ê diyar kir ku balafirên şer ên Tirk li Cindirêsê wesayita sivîlan bombe kiriye.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir balafirên şer ên Tİrk îro rasterast sivîl kirine hedefa xwe de.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir balafirên şer ên Tirk li Cindirêsê ya Efrînê sivîl kirine hedef, 2 jê mêr, 1 jê jin 3 kes birîndar kirine û got, ‘’Îro saet 14.00’an wesayit bû hedef. Li gorî rayedarên Nexweşxaneya Avrînê wesayiya navborî li kûçeyeke Cindirêsê parkkirî bû û ji bo ku ev wesayit nêzî wê herêmê bû ku êrîş bi ser de dianîn kirine hedefa xwe de. Di encamê de 2 jê mêr, 1 jê jin 3 kes bi giranî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Avrînê.’’
Jêderkên nexweşxane diyar kirin ku dibe ku du mêr destên xwe û jin jî du paqên xwe ji dest bide. Di wêneyên pêvekê de jî careke dî êrîşkariya artêşa Tirk a dagirker li ber çavan e. ‘’