ANHA: Artêşa Tirkiyeyê bombeya mîsketê avêt Efrînê
Artêşa Tirk a dagirker bombeyên mîsketê avêt gundê Kefer Sefre yê Cindirêsê ya Efrînê û gundên derdorê.
Artêşa Tirk a dagirker bombeyên mîsketê avêt gundê Kefer Sefre yê Cindirêsê ya Efrînê û gundên derdorê.
Li gorî nûçeyeke Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Artêşa Tirk a dagirker bombeyên mîsketê avêtiye gundê Kefer Sefre yê Cindirêsê ya Efrînê û gundên derdorê.
Bombeya mîsketê ya ku ji ber xisarên wê yên li ser zindî û erdnîgariyê 109 welatan bikaranîna wê red kirine, Tirkiye li hemberî gelê Kurd bi kar tîne.
Bombeyên mîsketê dema diteqin parçeyan li derdora xwe belav dike.
Artêşa Tirk a dagirker berê jî qebûl kiribû ku, ew vê bombeyê li dijî Kurdan bi kar tîne.