QSD: Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li Hemamê hate şikandin
QSD’ê ragihand ku êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Gundê Hemamê ya navçeya Cindirês a Efrînê têk birine.
QSD’ê ragihand ku êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Gundê Hemamê ya navçeya Cindirês a Efrînê têk birine.
QSD a ku daxuyaniyek nivîskî da, got: “Hêzên me, bi cesareta Şehîd Avesta Xabûr ve êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê şikandin.”
Di daxuyaniya tê de hate diyarkirin ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li Gundê Hemamê ya Cindirêsê hate şikandin wiha hate gotin: “Şervanên me êrîşên hêzên dagirker li vir têk birin û gelek leşker hatine kuştin û ziyanên cidî yên madî rû dane.”