Bavê şehîd tevî 4 kurên xwe li eniya berxwedanê ye
Hîkmet Silêman Hemo 60 salî ye û ji destpêka şoreşê ve di nava refên YPG'ê de ye. Çar kurên wî jî şervanên YPG'ê ne. Hemo her wiha bavê şehîd e.
Hîkmet Silêman Hemo 60 salî ye û ji destpêka şoreşê ve di nava refên YPG'ê de ye. Çar kurên wî jî şervanên YPG'ê ne. Hemo her wiha bavê şehîd e.
Hîkmet Silêman Hemo yê 60 salî ev 6 sal in tevî çar kurên xwe li nava refên YPG'ê ye. Tevî hemû pêngavên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bûye. Şer dike, tankera mazotê diajo, xwarinê çêdike. Ya girîng ji bo wî ew e ku xizmetê ji gel û welatê xwe re bike.
Hema bêjin şervanê herî extiyar ê eniyê ye. Hemû şervanên ciwan ên li eniyê jê re dibêjin Xalo. Sekn bi Xlaê Hîkmet qet nabe, timî dixebite. Di pêngava Minbicê de kurekî wî şehîd bû. Kurekî wî jî di pêngava Dêra Zorê de birîndar bû û niha li Nexweşxaneya Qamişloyê tê dermankirin. Kurekî wî li refên herî pêş ên eniya Dêra Zorê şer dike. Du kurên wî yên din jî şervanên QSD'ê ne û li qadên cuda bi erka xwe radibin.
PÊWÎSTÎ PÊ HEBE EZ DIÇIM HER CIHÎ
Xalê Hîkmet dibêje: "Ez niha tankera mazotê ya diçe eniyan diajom. Çi kar ji min bê xwestin wî karî dikim. Pêwîstî pê hebe diçim her cihî. Ji bo min ya girîng xizmet e. Diçim heta eniya pêş. Pêwîstiya wan bi çi hebe, ji wan re datînim û têm.
Tevî çar kurê xwe tevlî nava refên şoreşê bûm. Kurekî min di Pêngava Minbicê de şehîd bû... Ez û kurekî xwe li nava YPG'ê ne. Du kurên min jî li nava QSD'ê ne.
Hema bêjin tevlî hemû pêngavan bûm. Niha jî li Dêra Zorê me. Her kes ji min re dibêje ku emrê min dirêj bûye. Eger em ên extiyar û xwedî tecrûbe nekin, eger em her tiştî li ser milê ciwanan bihêlin, wê ev kar çawa bê kirin?"
'EGER BI VÎ RENGÎ BIDOME EM Ê BIÇIN EFRÎNÊ'
Xebat Qamişlo yê 50 salî jî hevalê herî nêz ê Xalê Hîkmet e. Pênc sal in di nava YPG'ê de ye. Tevlî gelek pêngavan bûye. Wiha dibêje: "Ji Qamişloyê me dest pê kir û tevlî hemû pêngavan bûn. Ku der dibe bila bibe, em diçin wir. Cara duyemîn e em tên Dêra Zorê. Roj bi roj em bi ser dikevin û çeteyan dişikînin. Eger bi vî rengî bidome, em ê piştî Dêra Zorê biçin Efrînê."
'JI BER KU ME ÇETE ŞIKAND, ÊRÎŞÎ ME DIKIN'
Xalê Hîkmet dewam dike: "Me vîna çeteyan şikand. Ji ber ku dewleta Tirk ev dît û bi vê zane, îro êrîşî Efrînê dike." Xalê Hîkmet got, "Divê bi vê zanibin; ti hêz wê nikaribe me têk bibe. Wê nikaribin hêza Kurdan bişikînin."
Hevalê wî Xebat Qamişlo jî temam dike: "Divê Erdogan bê şikandin. Erdogan ti carî nikare bi me. Em zanin ku em ê bi ser bikevin."