Şer û bomberdûmana li Efrînê dewam dikin
Êrîşên hewayî û bejahî yên li dijî Efrînê vê şevê jî dewam kirin. Li gelek deveran jî şer qewimî. Balafirên keşfê li ser herêmê digerin.
Êrîşên hewayî û bejahî yên li dijî Efrînê vê şevê jî dewam kirin. Li gelek deveran jî şer qewimî. Balafirên keşfê li ser herêmê digerin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji ber DAÎŞ û El Nûsra mane, ev 11 roj in bê navber êrîşî Efrînê dikin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, balafirên şer ên Tirk duh bi şev bi balafirên şer û topan êrîş bir ser derdora navçeyên Raco û Bilbilê.
Wekî din, bi balafirên şer bombe li gundê Dersane û derdora wê yê navçeya Şera hatin barandin.
Piştî ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiv dan, li gelek cihan şer derket.
Çav li rê ye ku Navenda Ragihandinê ya QSD'ê di nava rojê de daxuyaniyekê bide û encamên şer û êrîşan eşkere bike.